28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî baregeha leşkerî ya Zêlkanê êrîşa bi fûzeyan

Piştî komkujiya dewleta tirk a li Zaxo’yê li dijî baregeha artêşa tirk a dagirker ya li Zêlkanê êrîşeke berfireh a bi mûşekan pêk hat. Hate ragihandin ku 14 mûşek li baregaha artêşa tirk a li Şêxanê ketine.

Artêşa Tirk 20’ê Tîrmehê li seyrangeha Perexê ya ser bi Zaxo’yê komkujî pêk anîbû. Di encama topbaranê de 9 geştiyarên ji Kerbela û Bexda’yê jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndarbûn.

Piştî wê êrîşê li dijî baregehên leşkerên tirk ên li nava axa Iraq û Başûrê Kurdistanê de êrîş pêk hatin. Li gorî agahiyên ajansa Roj Newsê, şevê din li dijî baregeha leşkerên tirk a li Zêlkanê ya ser bi Şêxanê pêk hatiye.

Li gorî agahiyan êrîş pir dijwar bûye û bi 14 mûşekan pêk hatiye. Lê têkildarî zirer û ziyanan ti zanyariyek heya niha bidest neketiye.