3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraqê li Konseya Ewlekariyê giliyê dewleta tirk dike

Hikûmeta Iraqê der barê komkujiya ku dewleta tirk li seyrangeheke Zaxoyê pêk anî û di encamê de gelek sivîl bûn qurbanî raporekê (Noteke nerazîbûnê) amade dike da ku giliyê Enqerê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.

Her wiha li ser vexwendina serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî rayedarên siyasî yên Iraqê bi Kazimî re civiyan da ku der barê vê komkujiyê de guftûgo bikin. Di nava kesên ku beşdarî vê civînê bûn serokê koalisyona (Dewleta Qanûnê) Nûrî Malikî, Şepêla El Hikme Amar El Hekîm, aliyê El Nesir Heyder Abadî, serokê tevgera Heşd El Şabî Falih El Feyad û hin kesên din tev li vê civînê bûn.

Ji aliyekî din ve nerazîbûnên li dijî komkujiyê bi şêweyên cuda tên kirin, doh bi 2 balafirên bê mirov êrîş li Dihokê li dijî bargeha dewleta tirk a Bamernê pêk hat.