13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talebanî: Ger Iraq xwedî helwest ba, wê karesata li Perex pêknehatiba

Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di salên borî de zêdetirî 100 welatiyên medenî yên Herêma Kurdistanê ji ber bombebaranan şehîd bûne û Hikumeta Iraqê jî bê helwest bû. Talebanî got; “Eger heya niha helwestek hebûya, wê karesatên di rojên borî de dûbare nebûban.”

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker li gundê Perex a Zaxoyê raste rast welatiyên sivîl kir hedef. Di encama êrişa dagirkeran de 9 sivîl hatin qetilkirin û 23 jî birîndar bûn.

Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî  der barê komkujiya li Zaxoyê  daxuyaniyek belavkir. Talebanî di daxuyaniya xwe de got ku “di nava salên borî de zêdetirî 100 welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ji ber bombebaranan şehîd bûn, ji bo çi carek tenê jî Hikûmeta Federal helwestek cidî nîşan neda”

Qubat Talebanî di dewama daxuyaniya xwe de got; “Em kêfxweşin ji ber vê carê Hikûmeta Federal, parlamento, aliyên Iraqê bi giştî û civaka navnetewî xwedî helwest bûn. Lê hûn dizanin me di dema borî de bi dehan car, ji bo prastina serweriya xaka Iraqê banga helwestek cidî kir. Lê bersiva wan tenê bi çend daxuyaniyan pêk hat.”

Talebanî got ku ger beriya niha helwstek cidî hebûya, wê karesata di rojên borî de pêknehatiba û wiha dom kir; “Eger Hikûmeta Federal di sala 2011’an de li hemberî şehîdxistina Solîn Şemal Hisên û 6 endamên din yên heman malbatê ên li Çiyayê Kortek hatin şehîdxistin, xwedî helwest ba, eger Hikûmeta Federal di sala 2015’an de hemberî şehîdxistina 8 welatiyên sivîl ên li gundê Zargelê xwedî helwest ba, eger li hemberî şehîdxistina dehan welatiyên sivîl yên li herêmên cuda ên Kurdistanê, hatin şehîdxistin xwedî helwest ba, zehmet bû komkujiya Perex jî rû bidana.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gorî destûrê, parastina serweriya Iraq û herêmê, erkê Hikûmeta Federal e û hate gotin; “Ji bo vê çi wek Hikûmeta Herêm û çi wek welatiyên herêma Kurdistanê, em li benda Hikûmeta Federal û saziyên federal in ku bê cudahî li hemberî hemû binpêkirinên serweriya axa Iraqê erkê xwe bicih bînin.”