17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa Kurdan a li hemberî Peymana Lozanê sibê ye

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku qirkirinên li ser Kurdan xwe dispêre Peymana Lozanê û qala girîngiya konferansa ku wê sibê were lidarxistin kir.

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê 99 sal berê bi peymanekê re Kurdistan bû 4 parçe. Kurd ji wê rojê û heta îro di bi serweriya dewletên din de dijîn û li ser Kurdan asîmîlasyon û qirkirin tê kirin.

Bi pêşengiya KNK’ê 57 partiyên siyasî û sazî bi hev re, li dijî Peymana Lozanê ji bo nîşandana helwesteke neteweyî konferansekê li dar dixin. Ji xeynî PDK’ê hemû avadaniyên Kurd û Kurdistanî wê tevlî konferansê bibin. Konferans wê roja Yekşemê li avahiya ku Peymana Lozanê hatiye kirin, were lidarxistin. Ji bo konferansê ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê siyasetmedar, hunermend, akademîsyen hatin Lozanê. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî ji bo konferansê hat Lozanê.

‘Emê helwesteke neteweyî nîşan bidin’

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç derbarê konferansê ji ANF’ê re axivî û diyar kir armanca sereke ya konferansê ev e ku avadaniyên Kurdistanî li hemberî Peymana Lozanê helwesta xwe ya neteweyî nîşan bide û got “Di 24’ê Tîrmehê de wê konferanseke neteweyî were kirin. Bi pêşengiya KNK’ê wê were lidarxistin, lê ne bi tenê KNK, ji her çar parçeyên Kurdistanê avadaniyên siyasî, hunermend, akademîsyen û rewşenbîr jî wê tevlî konferansê bibin. Ev konferans wê li ser Peymana Lozanê were kirin. Bi Peymana Lozanê re li ser Kurdan asîmîlasyon û qirkirin hate pêkanîn.

Bi vê peymanê re Kurdistan bû 4 parçe û çar dewletan Kurdistan dagir kir. Hemû qirkirin li ser vê peymanê tê meşandin. Li Iraqê jî li ser vî bingehê dagirkerî hate kirin. Îro sedema ku li Rojava, Şengal, Bakurê Kurdistanê û Rojhilat û li ser hemû Kurdan êrîş tê kirin, encama vê peymanê ye. Ji ber vê sazî û partiyên Kurdistanê  li cihê ku Peymana Lozanê hatiye kirin, civîneke neteweyî li dar bixin, fikr û helwesta xwe nîşan bidin. Di encama konferansê de wê encamnameyek were ragihandin. Di encamnameyê de wê helwesteke neteweyî derkeve holê.”

‘Kurd êdî aktorê sereke ne’

Koç, bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Şoreşa Rojava ku sala xwe ya 10’emîn li pey xwe hiştiye û diyar kir ku parastina Şoreşa Rojava erkeke bingehîn e.

Koç got, “Kurd beriya sedsalê bê rêxistin û bêparastin bûn. Lê belê di van salên dawî de Kurdan berdêlên giran dan. Kurdan li Rojava xweseriya xwe bi dest xistin. Li wir sîstemek hat avakirin. Kêm zêde li Başûrê Kurdistan rêveberiyeke siyasî hatiye avakirin. Têkoşîna li Bakurê Kurdistanê jî wisa ye, hatiye asteke ku siyaseta Tirkiyeyê diyar dikin, her kes vê yekê qebûl dike. Di siyaseta Rojhilata Navîn de gelê Kurd aktorê sereke ye. Dewleta Tirk a dagirker di 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava ku gel statu bi dest xistine, gelên Kurdistanê ne tenê Kurd, li Kurdistanê dijîn, hewl dide êrîşî destkeftiyên hemû gelan bike û tune bike. Ji ber vê jî ev konferans gelekî girîng e. Di heman demê de divê rêxistinên Kurdistanî ji bo parastina Şoreşa Rojava helwesteke netewî nîşan bidin, çawa ku bi ruhê Kobanê Rojava diparêzin û Kurdistanê jî diparêzin, divê ev êrîş weke êrîşa li dijî gelê Kurd, rûmeta gelê Kurd bê dîtin. Dewleta dagirker êrîşî 4 parçeyên Kurdistanê dike. Di rojên dawî de gefên xwe yên li ser Rojava didomînin. Gelek rêveberên partiyên siyasî yên Başûr tên vir. Dîsa nûnerên xwerêveberiyê, nûnerên saziyên li Ewropayê wê werin vir. Ev konferans hem ji bo yekîtiya Kurdan û hem jî ji bo parastina Kurdistanê di demeke girîng de pêk tê.”

‘Em piştgiriyê didin kampaniya 33 partiyan’

Koç destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi nirxandina valahiya şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dixwaze Rojava dagir bike û got, divê her kes piştgiriyê bide kampanya girtina qada hewayî ya Rojava ku di pêşengiya 33 partiyên siyasî yên Rojava de hatiye destpêkirin.

Koç got, “Di demeke ku dewleta Tirk gefên xwe didomand de, banga 33 partiyên li Rojava hat kirin. Di konferansê de ev yek jî wê were nîqaşkirin. Dixwazin qada hewayî ya Rojava bê girtin. Ji ber ku dewleta Tirk bi rêya teknîkê komkujiyan pêk tîne. Dagirkeriya Efrînê û Girê Spî bi saya vê serdestiya teknîkî pêk hat. Divê her Kurd piştgiriyê bide kampanyaya girtina qada hewayî ya ku ji aliyê 33 partiyên siyasî ve hatiye destpêkirin.”Ji ber cih ji bo konferansê hejmarek kêm beşdar hatin vexwendin. Kesên ku nikarin beşdarî konferansê bibin dê karibin li ser platformên dîjîtal konferansê bişopînin. Konferans dê ji serî heta dawiyê li ser Twitter û YouTube zindî were weşandin.