2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ewropayê bi sedan kes ji ber germahiya zêde mirin

Guhertinên di avhewayê de û germahiya global bandora xwe li welatên Ewropayê jî nîşan daye û îsal li hin ji wan welatan germahî gelekî zêde bûye.

Di vê dema dawî de li gelek welatên Ewropayê ji ber germahiya zêde gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Li piraniya Ewropayê bi taybetî jî li Spanya, Portekîz, Fransa, Yewnanistan û Îtalyayê pileya germahiyê derkete derdora 40 pileyê û li gelek gund û bajaran şewata daristanan dest pê kir.

Li Portekîzê bi tenê derdora 1000 kesî ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest daye, li Ispanyayê jî derdora 500 kesan ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye ku li Rojhilata Navîn û welatên Afrîkayê di rewşa normal de havînan pileya germahiyê zêdeyî 40’î ye û derdikeve heta nêzî 50 pileyê lê xelkên wan welatan bi vî rengî jiyana xwe ji ber germahiyê ji dest nadin. Wiha xuyaye ku laşê mirovan jî li gorî avhewayê xwe bayar dike. Ji ber ku di salên berê de ewqasî germahî tucaran li ewropayê çênebûye lewra jî laşê wan hînî vê germahiya zêde nebûye.

Di vê der barê de pîsporê avhewayê û guhertinên global Zamo Bextiyar wiha dibêje: “sedema mirina mirovan ji ber germahiya zêde gelek tişt hene, di serî de guhertinên global ên zêde xweza serobino kiriye û bûye sedem ku germahiyeke zêde li Ewropayê jî çêbibe, ji ber ku ew hînî vê germahiyê nebûne dibe sedema mirina wan.”