7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina xwezayê

Li Çiyayê Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê yên Şirnexê du sal in bi destê cerdevanan û di çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Li Bestayê bi deh hezaran dar hatine birîn û talankirin.

Di van dîmenên nû de, li deverên Mila Kêrî, Kaniya Qeymeqam, qeraxên ava Rûsorê û Pişta Reşa yên ser bi navenda Şirnexê ve, tê dîtin ku bi dehezaran dar hatine birîn û li wesayitên barhilgir hatine barkirin.

LI QADÊ DAR NEMANE

Di dîmenan de tê xuyakirin ku qada daristanê bêdar maye û bi hezaran ton dar li erdê hatine raxistin. Darên ku hatine birîn li kamyonan hatine barkirin û ev yek asta talankirinê nîşan dide.  Darên ku tên birîn dibin li bajarên cuda difiroşin.

Balkêşe ku di demek wiha ku dar tên talankirin de Midûrê Daristanê yê Herêma Rihayê Mehmet Zekî Bayici duh serdana Waliyê Şirnexê kiriye.