2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rû û reh

Rûyê mirov. Rî (e)ha mirov..

“Ez ê rûyê xwe kur bikim!” yanî “rîh”a xwe kur bikim, li gelek herêman “reha xwe kur bikim” tê gotin. Peyva “teraş bikim” jî heye. Ev jî tê heman wateyê. Her çi be.

Ya ku bala min li ser e; têkiliya van bêjeyan e; rû-reh (reh-demar jî) rî-rê.

Min di nivîsekê de qala rê û rehê kiribû, îca mebesta min têkiliya rû (Rî) û rehê ye. Tê zanîn rû û rî (Rih) hevpar û henaseyê hev in. Heta Rî û Rê destbirakê hevî rêwîtiya riyên dirêjin. Riya spî wek pêdeçûna rêya azadiyê ye. Lewra rê naqede, baş e ku naqede, rî jî bi berdewamiyê bi awayekî nepenî xwe derbasî nifşan dike û rêyê dixemilîne. Lê rî û rêyên genî jî hene bila ew ji me dûr bin. “Em rêwiyê riya dûr in” an jî “Koçerên riya dûr…” riya me jî wisa… Ez dibêjim ev bes e…

Îca rû û rehê evîndarî çawa ne! Gelo banga Leyla ya li Mecnûn e; “Mecr(n)ûnê Rîkurisî / Cedas di qula guh de reqisî / Êla me çû zozana / berxên me bûn beranan / Hê tu dipirsî li halê mêvana…” Li gorî xweşkelamê Mecnûn(Mecrûn) serî daniye ser çoka Leyla ku hebikî razê, lewra mêvan pir in û ji xizmetê betiliye. Lê ev xew bi salan didome, ji ber ku evîndarê ruh dayê, ew mest kiriye, ji ser xwe biriye; Rî dirêj û rê û reh jî bêemanên jiyanê ne û her dirêj dibin. Rî rehê, reh jî wê xwedî dike û dirêjî bêdawî ye. Henek li aliyekî.

De ka em bên ser mijara xwe; têkiliya rû û rehê..

Rû, rî (Reh) mirov ber bi reha xwe ve dibe. Nexasim rû wek awêneya reha mirov e. Lewra reh rû xwedî dike, dibe xweşnîgara berbiçav. Bêheq pîspor ji ber xetên rû civak, gel û neteweyan nas nakin. Belê, niha bêhtir mirov têkilî hev bûne, lê dîsa hin xet, xetên rû esl, kok, binyad, bingeh, civak û erdnîgariyê dinimînin. Reşik-Afrîqa, Çermesor-Amerîka, Hind-Ewropî-Asya_Ewropa, Samî-Erebistan-Ûrdûn-Bakurê Afrîqa, Ural-Altayî-Asyaya Navîn-Rojhilata Dûr. Jixwe têkilî bi avhewayê jî xurt e; germî-sarî-xweşhewayî. Mînaka daran jî ronî dike meseleyê; dar çawa bi rehê xwedî dibe, gulî, pel, kulîlik û fêkî jî dibin rûyê darê, rişîşkên berî mêweyan, rewşa di navbera kulîlik û fêkiyê de jî rîh (rî) ye. Bi xweşahengî hev xwedî dikin. Ahenga canlidarên xwezayê dişibin hev.

Lê bawerî, civakî, felsefe û zanîna dil xwe çawa dide rû û berê mirov dide reha mirovîn a afirînêr. Bala min li ser vê ye.

Îca her mirov jî ne mirov e, hinek xwîn û xezeb dibare ji rûyê wan; sibê êvarê dibêjin; em, ez, yek, yek, yek û rehên wî/wan digihê Ehrîman, wê dinya, jiyan û zindana tarî, tiptarî. Xêr ji rûyê wan nabare, kul û elem, zilm û talan tev di reha wan de ye, li ku jîn-şîn bê jiyan namîne, her dişewite dil, mêlak, dar û daristan, mal, xanî, milk, xweza û jiyan. Van xezebên îro dibarin tev girêza dev, rû û jehra reha wan e. Bêlome, loma kurd ji ber van her dinalin û dibêjin; Ya Star… Xwe davêjin bextê Xwedawenda berxwedêr a ji nûra Hurmuz ku ew reha mirovê roj, rohnayî, şewqa agir û nûra dil in, berxwedêr in, şervanê heqîqetê ne, binêrin li rûyên zarokên Welatê Rojê, van milyaketên hemdemî, ejderhayên çiyê, ejderhayên parêzvanên jiyan û heqîqetê yên ku ji dema Sûmer-Guttî-Hurrî tên, Kurtî (Curtî) ne kurdên çiyayî, hûn ê şewqa însaniyetê û reha jîn û heqîqetê di rûyê wan de bibînin. Banga Baba Tahirê Uryan hişyarî her demê ye;

Gelî yaran ji feleka zalim eman e!

Ev emaneke heta roja axirzeman e

Layîq e eger pêsîla xwe biqetînim

Lewra asîman ji min re sergiran e

Çawa reh rêyê diafirîne, wisa jî rûyên layiqî wê rê û rehê jî dixemilînin. Îro bangawazî ji welatê min hiltê, Zagros dinale û bi xezeb di cengê de ye. Dema têkçûna Ehrîman hatiye. Lewra dilpakî xwe ji rehê dide rû û cengawerî wisa disoje, em dimêjin û didin dotin şîrê mirovahiya helal, jinxas û mêrxas di cenga mirovahiyê, ya rê, rû, rêya heqîqetê de ne, herê delalîno..

De bila bang îca ya rojên Barnasî be;

Di hembêza Firat û di paşila Dîcleyê de

Evîn germ e,

Hezkirin;

Kûr û zirav û dirêj

Esman bibext

û zengîn

Ji dayînên esmanî

Erd makeyek biber e,

Dizê bi dîlovanî

Belê, riziyaye bextê mirovahiya hov ya DAIŞ’î, ya sermayedariya hovî qaşo modern. Aşê ku mirovahiyê dihêre bi bang û sewta Dehaq-Hîtlerî îro dê bê sekinandin. Kawayên hemdem di tûjkirin-sorkirin a şûrê edaletê de ne. Rûyê bi ken ê afirîna sewda û heqîqetê, ji rêha rûyê asîmanî, derûnî û dergûşa mirovahiyê tê. Jiyan ne bêheq û armanc û mirin jî bingeha guherîn afirîna rûyên nû yê ku bidin rêya nû ye.

Mirin reha rûyê lêgerîna edaletê ye esas. Mirina wisa hêja bedêla hezkirina jiyanê ye. Na, îro em di serdema afirîna jiyana mirovîn de ne, bêhêvîtî nîne. Wisa dimeye, tov wisa xwe ditehmîne.

De bila Nurcan Delîl bistrê;

Wê belengaziya xwe

di xemgîniya xwe de dikir xew

û difetisand hêsirên xwe

di zengiloka xwe de

heta ber mirinê

di bêdengiyê de

Îca reh rûyê diqurmiçîne, de rabe, xew mirina qirêj e, xewa amadehiya tîrêja germjiyanê bes e. Li xwe vegere, reha xwe bişopîne ku ruh û rû bikenin, bibin kenê jiyanê yê li ser dêmên pakrewanan. Rû û rehê rûbirû bike. Wek helbestê bibare, helbest barana biharê ya nîsanê ya jiyanê ye ku nîsa-jin dibe nîsan (ew meh û kulîlka bûkanî, bûkaniya dilevînê, ew meha nûjiyanê) û dibe însan. Ku pirsîn, pirs ne eyb e, bila Ebdulla Pêşew bibersivîne;

Dipirsîn: “Tu kî yî?”

Min digot: “Çiyayê min bû ku bû star bo Nûh, ez bejn û şaxên darberûyên Medan im…”

Lê, jê û pê ve,

Eger hûn kok û binc û binyada min bipirsin,

Ser bilind dikim,

Dibêjim: “Hevxwînê pilingên Efrîn-gradê me.”

Rê dûr, rû xweşhal û rêwîngiya jiyanê xemgîn-aram-berxwedêr û dûvdirêj e. Rehên me dê me xwedî bikin, lê lihevkirin, piştgirî, zaneyî, hostatî, jidilî lazim e.

Birakujî edoqewmî, reha Ehrîman e, li vê xakê nayê, bela ye, dûvpişkan bikujin, divê em xwe jê vegirin. Yekitî ruhê pakrewanan, dermanê azadî û berxwedanê ye. Êdî ji yekitiyê nerevin.na, dij-min, dijminên xwe nekenînin. Li jin-jiyanê guhdar bin, hûnê tekneçin, hûn ê azad bijîn. Bila bibêje.

Bila Nêrgiz Ismayîl bibêje;

Kenên we binefşokên zozanên welatê çelengan in

Xecxecokên qelaçên Sîpanê Xelatê ne Qeşmûşkên birînên rêvingiya xewnên me ranebûne

Kildanka şîrînyarê, xelata kulîlkên Hemrînê

Meşka eşqa hêviyên me dikeyînin

Buxçika kenê me yê spî tijî av dikin

***

Hûn ne mêvan in

Ne mêvanên dereng li ser lêvên razayî ne

Evînên gewr her rêvingên rêkên dûr û dirêj in

xemgîn nabe dara dilê lûtkeyan

Çendîn rêçikên wan bêdawî bûn!!

Ewqasî şopên wan dawî li êşên jînê anî

Bi hesret û hêviya rûkenînên li ser xaka reha azadiyê. Bidin pey tîrêja heqîqetê. Rûyê xwe bi roja hiltê bişon hûn ê azad bin. Evîndarê rûyê we heyranê reha we me. Em ê bijîn, bi serbilindî.