28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferzê; Şahê Dengbêjan[1]

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Ferzê di serê salên 1900î de li gundê Xelêya Kopê ji dayik bûye. Kurê Başê Beşîr e.[2] Xwedan dengekî zirav û bilind bûye. Hemsalê Dengbêj Reso, Mistefayê Xelê Heyran, Siloyê Gulê ye. Bi hev re tevlî dehat û şahiyan bûne û strane. Şakiro jê piçûktir e, dem dem diçe serdaniya wî û kêfa wî jî pir bi Şakiro re tê. Qeydên dengê Ferzê tunin, lê Şakiro pir bi bext tevgeriyaye, hema bêjin wek mîrata wî xwedî derkeve, hemû stranên wî gotine. Taybetî jî çend stranên ku Ferzê avêtiye ser Sosinê.

Ferzê gula govend û civatan bûye. Ne bi tenê cimueta mêran, bi heman awayî qîz û bûkên her çar gundên Heftrengê heyranê deng û awazê wî bûne. Lê çavê Ferzê ji bilî Sosinê tu kesî nabîne. Sosin ji gundê Kilindorê bûye. Ferzê ji bo xatirê dîtîniya wê, diçe li gundê wan dibe şivan. Dema qîz û bûk têne bêriyê ew jî mihuba dilê xwe dibîne.

Di nava aqara gundê Xelê de, bi navê Guhera Ferzê keloşkek heye ku Ferzê bi şevan  li wir pez dide guher û dengê xwe hildide bi şahidiya stêrkan, bi şeva ker û lal re eşq û evîna xwe û Sosina xwe distrê; navbera Guhera Ferzê û gundê Kilindorê sê, çar kîlometre ye, deng û awazê Ferzê ji wir xwe digihîne Sosinê.[3] Heyva çardehşevî, evîna wan û bedewiya Sosinê çavnebariya dike… Bi van stranên Ferzê, eşq û evîna wan hemû gundên herêma Heftrengê belavdibe.  Lê Xwedê mala xizaniyê xerav bike û mala bavê Sosinê jî di ser de, bavê Sosinê wê nade Ferzê, digire dide yekî dinê.

Sosin û Şahê Dengbêja[4]

Sosin divê berxo derdê dilê xweyê lo mi giran e.

Lê lê berxê tu rabe vê sibengê

Ez û tu va em ê qasekî bibine çûçika serê rê û lo bi dirban e.

Tu nizanî kaviliyê gundê me ji bona Ferzê bû dikan e.

Mala te xirav be hela rabe ji eşqa te ra, malxirabo eşqa te gulî bira Xwedê

Îsal pê ra hatî li kaviliyê gundê me da berxo lo bû şivan e.

Xweyê tu bidî xatirê Resûlê Ekrem, Rebê Jorîn, mîrê di mîran e.

Tu yê şeva îşev destê Şahê Dengbêja, Gula Govenda, Berdevkê Mîran û Hakiman

Teyrê Ser Milê Qîzan û Bûkan, Kewê Gozelê Gogerçîn

bigirî bikî mêvanê memkan e

Gulê digo Sosin xweyê

Ez ê li diyarê Kilindor ketim bi kereng e

Ez ji te re sond bixwim ez ê şevan û roja

Bona xatirê Şahê Dengbêja, Kewê Gozel, xwe dixemilînim reng û bi reng e

Cotê zer guliya ser pişta xwe da berdidim, berxo lo peng bi peng e

Qiz û bûkê êlê tev diçine di bêrîkê

Ez ê ji bona xatirê çavê te, dev û lêvê şekirî

Gelo ji xwe re dimînim bi şûnda diçim lo pir dereng e.

Berxê dînê şevê van Kewê Gozel li dinyayê pir gelek e

Sibê nava kavilê her çar gundê dor Heftrengê da

Bibe nav û lo berxo bibe deng e

Gulê digo Sosin xweyê gelo wê çewa be gelo wê çewa be

Berxê dînê gelo vê sibengê dilê rezîl ketiyê

Dikim nakim lo çare nabe

Hela bala xwe bidê vê sibengê malxirabo

Ro li muhuba dilê rezîl nabe

Gelo vê sibengê Kewê Gozel, Şahê Dengbêja malxirabo

Ji eşqa dilê rezîl dimire berxo wê li me wenda be

Her çar gundê dor Heftreng da

Tu dêhna xwe bidê bê Kewê Gozel tu car nabe

Ferzê digo bêbavê te dilê mi kiriye fena gurzek gihayê kodê

Li bêlanê bilind agir pê keve, berxo lo ax, lo ba, lê rabe

Sosin dibê berxo gelo tu dibêjî te malxirabo dilê mi kiriye fena gurzek gihayê kode ba lê rabe

Ew qedera ku Rebê Jorîn, Padişahê Pir Adil ba xwe da neke

Tu malxirabo sofiyê Şêx Evdilayî

Tu nizanî tu cara çare mimkun nabe berxê lê lê…

Ferzê digo vê sibengê malxirabo tu dêhna xwe bidê

Em ê ji xwe re qasekî pezê xwe berdine zozanê jorîn li ser fêzê

Em ê ji xwe re vê sibengê malxirabo rûnên Xaliqo, Rebiyo li nava qîz û bûkê êlê

Gelo li serê ji xwe ra rêzê

Ez ê bi destê malxirabo Sosin bigirim qaskî bi meşkin li geliyê jorîn li tew rêzê

Berxê hela rabe em ê bi destê hevdu bigirin

Xwe bavêne şewitiya Xaliq, Rebiyo bê çarxûniya

Ber bextê mala Heciyê Kêrsê gundo lo yo…

Ferzê digo lê lê Sosin berxê ez ji te re sond bixwim malxirabê ez Ferzê me

Malxirabê gelo vê sibengê ez şair im, şairê rûdinê me

Xwedê xira bike gelo ez ê vê sibengê gula nava gundê di Xelê me

Malxirabê ez ê tu va qasekî bi destê hevdu bigirin

Meşmeş bikin devê Heftreng, devê çemê

Bêbav dinê ez ê ji bona Sosin bûme şivan

Îro ji xwe re Kilindor malxerabo bi tenê mame

dêhna xwe bidê terim tême lo yo… ax lo yo…

Ferzê jî ji du zewaca Sosinê ji gundê xwe bi Gulnaza Elî re dizewice.

Di dawiya havîna sala 1951an de, gundên heremê pişta xermanan şikandine, çaxê dewatan e. Ji gundê Kevira xwediyê dewatê, bo dewatê bigerîne dişînin dû Ferzê. Lê ji ber kar û barên xermanan hêj xelas nebûye, siyarê dewatê bawer nakin ku Ferzê yê bê.

Ferzê qedrê wan digire, kar û barê nava malê dide aliyekî, Sulhedînê biraziyê xwe û Mihemedê Elîkêyî cîranê xwe digihîne xwe rêdikeve; qey mîna tiştek diqûte dilê wî, şûnve vedigere dirêj dirêj li Gûlnazê, zaran û malê dinêre,[5] wekî ku derdikeve rêyeke bêveger, awirên wî xatir dixwazin.[6]

Gundê Kevir li bervar e, dema ku siyarê dewatê dibînin Ferzê tê, bi şabûna gula berdidin. Ji wan Zekiyê Mêralî yê ji gundê Moriyan  jî demançaya xwe ya Manhêl ji ber xwe dikişîne, bi teqîna gulêya wî re Ferzê li zikê xwe digire û dikeve çokan. Mîrata gulê diçe cîgera wî parçe parçe dike, xwîn wek avê dikişe, rûh tê ber devê Ferzê; kêrê lêxin xwîn ji cimuetê nakişe, rûh ji cimuetê dikişe.

Sulhedînê biraziyê wî û Mehemedê Elikê li ber sêrîne. Ferzê ji wan re dibêje

“ Nebî nebî ji Zekiyê Mêralî dibin dewecî, ne tiştekî bi zanebûn bû, qeza bû” û xwe bi xwe ji halê re distrê. Hiriyê tînin dixin birîna wî ku bila xwînê winda neke. Yek du kesan jî ji bo bijîşk bînin dişînin Milazgirê lê ne xwîn disekine û ne jî bijîşk digihîjê.[7]

 De xebera nebixêr, zû belav dibe û digihê gundê Kilindor. Li wê rojê Dengbêj Şakiro jî li gundê Kilindorê dehatekê bûye. Yê ji gundê Kilindor bûkê bibin gundê Şatilya. Dengbêj Şakiro tavilê ji xwediyê dehatê destûrê dixweze û bi siyarî xwe digihîne gundê Kevir tê ber serê Ferzê, qasekî şûnde jî Ferzê can dide.[8]  

Mala Dengbêj Reso jî li wê gavê gundê Xoşgeliya Kopê bûye. Bi bîhîstinê tê hewariyê, ji bo dostê xwe yê qedîm pir bi ber xwe dikeve, hêsran dibarîne. Ji dû sersaxiyê di nav cimuetê de dibêje

 “Êdî ji ser Ferzê re, bila erdê gundê Xelê bi min tobe be” Ji çend rojan du vegerê, şevekê Ferzê tê xewna wî, dibêje

 “Reso pozê min jêbûye, pozekî bavêje ser pozê min.” Reso bi sibê ra hespê xwe siwar dibe, diçe gundê Çoxreşa Qereçobanê mala Seydayê mele Yehya. Jê dixweze ku bila Seyda xewna wî şîrove bike. Seyda jî dibêje

 “Ya min jê tê derxist, gotiye ez mirime kilamekê ser min derxe” Reso di riya xwe ya vegerê de strana xwe ya bi navê “Ferzê” diafirîne. Dengbêj Şakiro, Zahiro, Nesoyê Zado û gelek dengbêjên din jî jê digirin û ji bo Ferzê dilorînin.[9]

Ferzê[10]

Gulnazê hê… digo lê lê lê Beyazê…
Lêlê dayê rebenê sube ye, ez ê vê sivengê li diyarê gundê Kevir ketim
şewitiyo bi şewite ji dilê min û te ra hêlîna di kewê.
Hela bala xwe bidê Xaliqê Alemê dûrikî hazira bi reş gerîne dawetekî li gundê Kevir çêbû
şandine dû Kekê Mihemed Salih, Kewê Gozel,  Şahê Dengbêjan.
Ji malê siwar bû, kêlekê ketîye Sulhedînê birazî, Mihemedê Elîkê, berê xwe dane kêfê bi dawetê…

De tu dîna xwe bidê vê sivengê malxirabo Zekîyê Mêralî xêrê neke, wayê qet nebîne
derbekî bi dest berdabû bedena Kekê Mihemed Salih, Kewê Gozel,  Şahê Dengbêja,
birîna wî kûr e, pir xedar e, derba bêxwediya Manhêlê.
Bê doxtor û sertebîbê ecnebî civiyan li şevîtiya Enqerê
vê sivengê agirê kulê bikeve mala Mudirê Karê,

Qaymeqamê Milazgirê, têl li ser têlê didane Enqerê

gerîyan, negerîyan birîna kekê Mihemed Salih, Kewê Gozel, Şahê Dengêjan  ra

gelo vê sibengê nabînin tu melhem û tu kewê.
Ca Gulnazê hê… a digo lê lê Beyazê lê dayê rebenê

tu rabe em ê fenanî cara bi bang kin, baweşîn kin.
Bira kekê Mihemed Salih, Kewê Gozel fenanî cara ji xwe ra bikeve xewê birîndaro. 

Gulnazê hê… digo lê lê lê Beyazê…
lêlê dayê rebenê sube ye, ez ê li diyarê gundê Kevir ketim
şewitiyo bişewite ji dilê min û te ra wa bi kereng e.
Wele şal û şapikê li Kekê Mihemed Salih, Kewê Gozel qumaşê qehwereng e.
Tu dîna xwe bidê dawetekî li gundê Kevir çêbû,
şandine du Kekê Mihemed Salih, Kewê Gozel, Şahê Dengbêjan

 ji malê siwar bû kêlekê ketîye Sulhedînê birazî, Mihemedê Elîkê

berê xwe dane kêfê bi dawetê.

Mûrîdê Şêx Evdila bû fenanî cara îcar min nedi vê sivengê

li serê xwe li badî terablûsa donzdeh reng e.
Xwedî, Rebî tu dîna xwe bidê vê sivengê,

Zekîyê Mêralî xêrê neke wayê qet nebîne

bê xwediya bê xwedî  bimîne ji kêleka xwe dikişîna

tu dîna xwe bidê derbekê dest berdabû bedena Kewê Gozel, Şahê Dengbêjan
hela bala xwe bidê bêxwedîya bêxwedî manhêlê

li pişt kekê min gulîbirê ji xwe re dabû deng e.
Feleka malxirab me ra xayîn bû
çawa li me xirab kir rewşa şewitiyê Milazgirê
gidîno herçar gundê dor Heftreng e 

Gulnazê hê… digo lê lê lê Beyazê…
lê dayê rebenê tu dîna xwe bidê li diyarê gundê Kevir ketim.
Tu dîna xwe bidê Xaliqo, Rebiyo vê sivengê Kara Sipî bişewite ji xwe re wa li yan e,
di biniyê da tê cûrecûrê ereban e
giregirê Hesenan li gundê Kevir rûniştine ji xwe re li hev civiyane,
şandine dû kekê Mihemed Salih, Kewê Gozel, Teyrê Ser Milê Qîzan û Bûkan e.
Ji malê sîwar bû, kêlekê ketîye Sulhedînê birazî, Mihemedê Elîkê

berê xwe dane kêf û daweta giran e.

Hela bala xwe bide vê sivengê mirîdê Şêx Evdila bû
fenanî cara îjar min nedi malxirabo  terablûsa donzdeh rengî serê xwe lipandiye.

Tu bala xwe bidê vê sivengê xwe girêda bi donzdeh terzan e wezîro.
Belkî Zekîyê Mêralî xêrê neke wayê qet nebîne
derbekî bi dest berdaye bedena kekê min gulîbira Xwedê.
Tu dîna xwe bidê doxtor û sertebîbê qomîsyonê ecnebî li şevîtiya Enqerê li hev civiyane,
Gerîyan, negerîyan birîna Kewê Gozel, Şahê Dengbêjan ra

malxerabo nedîtin tu derd û lo tu derman e.

 Gulnazê digo lê lê Beyazê lêlê dayê rebenê

 sube ye, vê sivengê ez ê derketim derê malê,

Tava sibê xwe dabû serê çilan û çîyan e.
Mi rebenê bala xwe berdayê dawetekî li gundê Xelê ra derbas dibû
tê qîrînê şaîra, sewtê dengbêjan e,
meqam û meqamê Kewê Gozel, Teyrê Ser Milê Qîzan û Bûkan e,
ez ê çavê xwe digerînim nagerînim,
Kewê Gozel, Şairê Rûdinyayê di nav da nabînim.

Mi dî kekê Mehemed Salih, Kewê Gozel bi xwe re nenavdane , birîndaro…
Ê de rabe, Kewê Gozelo de rabe, Şairê Rûdinyayê de rabe,
birayê Şêx Silê, Evdalê Zeynikê de rabe,

Îsal û çend salê te temamiye, şewitiyê Milazgira civatê

Mînanî hakima li her çar gundê dor Heftreng de bê wezîrê min nabe lo…

[1] Şakiro di strana ku avêtiye ser Ferzê de wî wiha bi navdike.
[2] Du kurên Başê hebûne; Ferzê û Mizeffer
[3] Dengbêj Mehemedê Mûşê di hevdîtina me ya tebaxa sala 2021an de li gundê Xelê parîvekir.
[4] Ji pirtûka Îbrahîm Şahîn û Êmer Gûneş a bi navê “Şakiro” hatiye girtin
[5] Sê zarên wan hebûne; keçên bi navê Muhbet û Îsmet û kurê bi navê Mehemed Salih (dema bûyerê de pênc, şeş salîbûye)
[6] Dengbêj Zahiro li hevdîtina me ya di 20ê çileyê 2022an de parîvekir. Wî jî ji Gulnaza hevjîna Ferzê guhdar kiribûye.
[7] Dengbêj Xeniyê Qereyaziyê di hevdîtina me ya 25ê çileyê 2022an de behs kir; wî jî ji dengbêj Mehemedê Elo yê gundiyê Ferzê bîhîstibûye, dema bûyer diqewime Mehemedê Elo jî li wir bûye. Li wê demê sî salî bûye. Ji dû kuştina Ferzê ji gundê Xelê bardike diçe gundê Qeregivişêya Qereyaziyê
[8] Bi neqilkirina Dengbêj Zahiro; wî jî ji Dengbêj Şakiro guhdar kiribûye.
[9] Apê Evdilkerîmê kurê Dengbêj Reso parîvekir.
[10] Ji ber dengê Dengbêj Şakiro hatiye girtin