spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwezanîn dayika hemû zanînan e

Tişta ku mirov biwate dike û cudahiya jiyanê dide ferqkirin, jiyanê watedartir dike bîr an jî hafizaya civakî ye. Bîr, hafize yan jî dîrok çima girîng in? Mirovên ku dixwazin wek mirovan bijîn çima ewqas israra dîrokê dikin? Pêşengan çima gotiye ew kesê ku 3 hezar sal dîroka xwe nizanibe rojane dijî?

Belê, di nav gerdûna zindiyan de zindîbûyîna mirov tiştekî cuda ye. An jî divê mirov cuda bigire dest. Di bingeha pirsgirêkên mirovahiyê yên ku heta niha hatine jiyîn de fêmnekirin an jî tênegihîştina cewhera rastiya mirovahiyê heye.

Rastiyeke ku heta niha zanistê derxistiye holê ew e ku mirov gerdûneke biçûk e. Ev rastî jî dide nîşandin ku mirov di şexsê xwe de hemû pêvajoyên zindîbûyînê yên di nav gerdûnê de, dihewîne. Ji ber vê yekê jî em dibêjin mirovên ku xwe zanibe dê gerdûnê jî zanibe. Ji bo wê gotina ‘xwe zanîn dayika hemû zanînan e’ tê gotin.

Wê demê xwe zanîn li ser kîjan esasan pêk tê? Xwezanîn, bi ferqkirina xwe û lêgerîna wateyê derdikeve holê. Gerdûn hertim di nav lêgerînekî de ye. Hertim diherike. Herikîn li ser esasê heqîqeta bingehîn pêk tê. Ji bo wê jî em dibêjin di gerdûnê de ‘armanca madeyê ew e ku xwe biwate bike, armanca wateyê jî ew e ku madeyê derbas bike.’

Li gor vê yekê wate çi ye? Divê lêgerîn û têkoşîna gihîştina wateyê çi be? Di roja me ya îro de wate û girîngiya wateyê hatiye windakirin. Ji bo vê yekê jî di destpêkê de têkoşîn divê li ser van esasan were diyarkirin.

Piştî êrîşên li ser civakê her tişt hat berovajîkirin. Rastî û wate li ser bingeha wê hat dûrxistin. Li vir şûndetir têkoşîna gihîştina wate û rastiya destpêkê destpê dike. Li gor vê yekê rêgeza têkoşînê, li gor çawanîbûna êrîşan çawanîbûna têkoşînê diyar dike. Ji bo ku mirov karibe têkoşîna heqîqetê bimeşîne divê li gor karekterê demê bingeha têkoşîna xwe bide avakirin.

Dema ku desthilatdarî derketiye holê heya niha armanca wê ew e ku civakbûnê ji holê rake. Ev jî dide xuyakirin ku derketina dershilatdariyê ango derketina dewlêtê heta niha mirovahî têkoşîna man û nemanê dimeşîne. Desthilatdarî ji bo ku ser bikeve rêbazên cur bi cur bi kar tîne. Ji şerê çekdarî bigire heta şerê derûnî û taybet bi her awayî pêk tîne.

Êrîşî bîra civakê dikin

Destpêka êrîşan li ser bîr an jî hafizeya civakê pêk tê. Desthilatdarî di wê ferqê de ye ku civakê ango kesan bêbîr bihêle dê encam bigire. Ji ber vê yekê ye jî desthilatdarî hîmê xwe li ser înkar kirinê daye avakirin. Ev rêbaza înkarkirina desthilatdariyê ku têkoşîn tunebe gelek caran li ser gelek kesan an jî gelan bandora xwe dike û kesan an jî gelan ji rastiya wan dide dûrxistin.

Tişta ku civakê dixe civak bîr û baweriya wan e. Bîra ji xwe bawer kirin bîr û baweriyê derdixe holê. Ew kesê bêbîr bêbaweriye jî. Ji bo ku peywira xwe ya însanî pêk bînî û têkoşîneke rast bidî meşandinê divê hertim bîra xwe zindî bigirî.

Dîroka mirovahiyê

Ew kes û gelên ku di bîra xwe de israr dikin û hertim li gor bîra xwe bawerî û jiyana xwe didin avakirin hertim rastî êrîşên desthilatdariyan hatine. Ji van gelan ê ku pêşengtiya civakbûyîna mirovahiyê kiriye jî gelê kurd e. Ji bo vê yekê di destpêka dîroka mirovahiyê heta niha hertim gelê kurd li ser dika mirovahiyê bûye. Ji ber vê yekê jî hertim rastî êrîşên desthilatdaran hatiye. Ji ber ku bîreke gelê kurd a li ser bingeha mirovahiyê heta desthilatdaran hertim wek metirsiyeke bingehîn dîtiye û hertim ji bo ku tune bike êrîş pêk anîne.

Gelê kurd ji ber ku xwediyê bîreke xurt e hertim û her demê li hember êrîşên desthilatdaran xwe parastiye û desthilatdaran têk biriye. Bîra xurt li gor karekterên êrîşan karekterê têkoşîneke rast jî derdixe holê. Karekterê êrîşên demê bi her awayî tunekirina civakbûnê ye.

Divê karekterê têkoşîna demê jî karekterê modernîteya demokratîk be.