12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama faşîzan: Li ‘pirsgirêka kurd’ baldar bin!

Di salên dawîn de ji ber pêşveçûna têknolojiyê bi rêya xebatên çandî fikr û raman zûtir belav dibin. Medya dijîtal di vê mijarê de diyarker e û ji ber vê rola xwe platformên medya dijîtal di hedefa desthilatdaran de ne. Desthilat hewl didin medya dijîtal têxin bin kontrola xwe û li gorî xwesteka xwe teşe bidin civakê.

Gelek mînakên vê mijarê li Tirkiyeyê jî hene. Bi sedan şanoger, sînemager û lîstikvanên ku li Tirkiyeyê berhemên xwe bi rêya medya dijîtal parve dikirin, ji ber van zextên desthilata AKP-MHP’ê neçar man ku terka welat bikin û koçî welatên Ewropayê bikin.

Şanoger, sînemager û lîstikvanên ku koç nekirin jî yan hatin girtin an jî neçar man ku dev ji karên xwe berdin.

 Li ser civakê ferz dikin

Desthilata AKP-MHP’ê di vê mijarê de êdî bûne xwedî azmûn! Lewre ji ber vê zexta wan a li ser xebatên çand û hunerê yên heta niha li kolan û kuçeyan pêk dihatin êdî bi rêbazên dûrî aqil gihîştine heta nav malan. Film û rêzefilmên ku bi hişmendiya desthilata AKP-MHP’ê tên çêkirin li ser civakê tên ferzkirin. Bi vê rêbazê li dijî civakê şerê taybet dimeşînin. Di van film û rêzefilman de AKP-MHP li gorî hişmendiya xwe erk bidin jinan û hewl didin ku jin û civakê li gorî zihniyeta wan teşe bigirin.

Daxwazên ji xebatkaran

Desthilata AKP-MHP’ê di heman demê de serî li sansurê jî didin û naverokên ku ne li gorî dilê wan bin qedexe dikin û destûr nadin ku bigihêjin civakê. Herî dawî ji bo vê armanca xwe mudaxaleyî platformên medya dijîtal ên mîna Netflix, MUBI û Disney+ ku li ser wan film û rêzefilm tên barkirin kirin û hewl didin naverokên li gorî xwe di wan de biweşînin.

Herî dawî platforma film û rêzefîlman a bi navê Disney+ ku hezarî zêdetir film, ji 400’î zêdetir rêzefilm û 170 berhemên taybet lê bar kirîne û di 14’ê hezîranê de li Tirkiyeyê dest bi weşanê kir, ji ber vê zexta desthilatê ji hemû xebatkarên xwe yên wergerê re peyam şand û ji wan xwest ku li mijarên mîna pirsgirêka kurd, LGBTIQ+, Kibris û ermen baldar bin. Her wiha platformê ji xebatkarên xwe xwest ku hesas nêzî gotina dîktator a ji bo Erdogan bibin.