12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji kerema xwe re tu bisekine

Şiyar Elwendî

Beriya ku pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê dakevin binxetê, hevalê Cuma beriya wan diçe li wir kar û xebatên danasîna partiyê dike. Piştî demekê hevalê Cuma êdî dibêje rewş amade ye û hûn dikarin dakevin Binxetê. Piştî ku serok Apo û koma hevalên xwe yên pêşengên PKK’ê dadikevin rojavayê Kurdistanê, serokatî dixwaze li wir bi gel re civînekê bike.

Hevalê Cuma gel li cihekî dicivîne û bi serokatî re tê wê malê da ku serokatî nas bikin û serok axaftinekê ji wan re bike. Di nava gundiyan de xalê Hisên hebû, yek ji kesên ku herî zede bandora gotinên hevalê Cuma lê bibû. Her ku hevalê Cuma didît jê re digot ka ji min re behsa serok Apo bike.

Piştî ku gel li hev kom dibe serokatî dixwaze ji wan re biaxife lê xalê Hisên bêyî ku bizanibe kesê dê biaxife serok Apo ye jê re wiha dibêje: “Ka tu bisekine xwedê ji te razî be, bila hevalê Cuma biaxife û hinekî ji me re behsa serokatiyê bike.” Hê nû hevalê Cuma dikene û ji civatê re dibêje, ev kesê ku dê ji we re biaxife serok Apo bi xwe ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê