4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koç û koçberî

Nîzamettîn Ozturk

Serê meha tebaxê hatibûm welat, çûm serdana goristana gund. Li ser gora dayika xwe bûm, kêmasiyek min ya bi salan hat bîra min. Min soz da xwe, ez ê îcar teqez herim serdana gundê dayika xwe. Çend roj berê, du-sê sal şunda çûm gundê Ortakilîseyê. Rewşa gundê dayika xwe min baş nedit.

Her çiqas xweza li cîh be jî, lê di warê jiyanê de gund bi pêş ve neçûye û gelek paşde maye. Lewre şêniyên gund

ji bo jiyanek ‘halxweş’ hema hema ji nîvî zêdetir çûne derve. Li gorî çavdêriyên min ên mayî jî xwe emanet dibînin. Ev helwest ji bo gelê me xetereyeke mezin e. Ewilî ez çûm ser cihê avahiyên kalkê xwe. Li hemberî dîmenan şaş û metal mam. Tefsîrkirin têrê nake. Min mjî gelek wêne kişandin. Di dema zarokatiya xwe de gelek caran hatibûm Ortakilîsê. Odeya kalkê min hatibû hilweşandin û ya ecêb jî avahiyên mezin çêbûne û odeya

mêvandariyê jî xwe ji ber xerabûnê xelas nekiriye. Lê kaniya kêleka malê hê jî diherike, ev tiştekî pir baş e. Nexasim ev gundê Ortakilîsê li cihekî beroj û xweş hatibû avakirin. Li jêra gund hindik be jî avek diherikiya. Der û dorê avê bi daran dorpêç kirîbû û tu dibêjî daristanek e. Gund bi tomarî 15-20 deqe dûrî Qersê ye. Ji bo wê yekê hêvî dikim ku şêniyên ji wî gundî çûne derve wê li gundê xwe xwedî derkevin. Bêguman sedemê koçkirinê hene.

Sedema koç û koçberiyê çi ye? Beriya her tiştî koçkirin du aliye. Di bin her alî de qism hene. Di navbera wan de bi regên reş û spî cudatî heye. Qismek koç: Mirov bi serê xwe, bi hemd û bi gora daxwaza dilê xwe koç dike. Di vî qismî de ya yekem ji ber ‘aboriyê’ çêdibe. Piştre ji bo jiyaneke ‘halxweş’ û hwd. rêz dibin û dibin sedema koçberiyê. Di wir de mirov piranî ji gundan û ji bajarên nepêşketî berê xwe didin metropolan. Qisma din: Dûrî îradeya mirov koçkirine. Di vir de gelek cure hene. Lê ya sereke ‘bi darê zorê’ koçberiye.

Piştre gef xwarin, bêdebarî û hwd. rêz dibin. Di wî warî de mînakên gelek balkêş di salên 90’î de gelê kurd heta mejiyê xwe jiya. Di nav mînakan de ya herî balkêş li Mûşê gundê Vartînîsê çêbû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê