9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi dronan êriş li baregeha dewleta tirk a li Bamernê hate kirin

Li gorî nûçeyeke ku Rojnewsê derbas kiriye, di saetên serê sibehê de careke din li dijî baregeha dewleta tirk a li Bamernê ya girêdayî Duhokê bi dronan êrîşek pêk hatiye. Tê gotin ku di encama êrişê de di baregehê de teqîn çêbûne, lê nayê na zanîn ku çiqas xesar gihîştiye baregehê.

Nehatiye aşkerakirin ku êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Hêjayî bi bîr xistineye ku dewleta tirk di 20’ê tîrmehê de gundê Perex ya Zaxoyê dabu ber topan û di encama êrişê de zarok jî di nav de 9 welatiyên ereb hatibûn kuştin û 23 jî birîndar bûbûn.