3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro peymana hinartina genimê Ukraynayê tê imzekirin

Çav li rê ye ku îro peymana hinartina genimê Ukraynayê di navbera Rûsya û Ukraynayê de were imzekirin.

Îro dê rayedarên Moskova û Kievê ji bo imzekirina peymana ji bo hinartina genimê Ukraynayê yê bi sedema şer asê maye li Stenbolê li hev bicivin.  Çav li rê ye ku piştî imzekirina vê peymanê dê genimê Ukraynayê bi rêya Behra Reş were veguhestin û hinartin.  DYA’yê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da imzekirina vê peymanê û wezareta Karên Derve ya DYA’yê der barê vê mijarê de daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em ji aliyê rêgezî ve vê peymanê erênî dibînin û tiştê girîng ew e ku êdî genimê Ukraynayê bigihê baza navnetewî.”

Di heman demê de topebarana artêşa Rûsyayê ya li ser bajarê Xarkêfê ku zêdeyî heftiyekê ye hê jî bênavber berdewam dike.