18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP bi navê Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan

Li gorî geşedanên tên payîn HDP wê bi Partiya Çep a Keskan bikeve hilbijartinan, wê di civîna Desteya Rêveber a Navendî ya sibê were lidarxistin de biryar were dayîn.

Li gorî agahiya nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ozgur Paksoy di bin banê Partiya Kesk a Çep de ketina hilbijartinan a HDP’ê ber bi biryarê ve berpê dibe. Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di 12’ê adarê de bi rojeva hilbijartinê kom bû di encama nîqaşên hatin bi rê ve birin de rayeya tam da Desteya Reveberiya Navendî (MYK). Piştî civîna Meclisa Partiyê li dijî doza girtinê meyla ku wê bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê xurtir bû.

Tê payîn ku di civîna MYK’a HDP’ê ya sibê de wê biryara vê meylê were dayîn.

MYK’a HDP’ê wê meyla xwe ya ji bo danîna namzeta/ê serokkomariyê ku rojeveke din e ji nû ve binirxîne û di civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ku dê di 16’ê adarê pêk were de bi hev re biryara dawî bide.

Her wiha hat hînbûn ku HDP wê biryara hevpar a li ser hilbijartinên serokkomariyê û daxwaza xwe ya ketina hilbijartinên giştî ya di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de veguhêze civînê.