Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî çû Hewlêrê û ji aliyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Tê payîn Sudanî li Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.
Li gorî agahiyan wê Sudanî bi Barzaniyan re Peymana 9’ê cotmehê ya ser Şengalê, guftugo bike. Her wiha mijarên neft û gazê, pirsgirêkên din ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin guftugokirin.
Tê payîn sibe jî serokwezîrê Iraqê serdana Silêmaniyê bike û bi rayedarên Silêmaniyê re bicive.