spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Jîna Amînî sembola jinên azad e

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyek da û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay, di serî de bal kişand ser Doza Apê Mûsa (Anter) ku li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dihat dîtin û ketibû ber demborînê. Gunay, bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Mîna hemû dozên komkujiyan, biryara derheqê Doza Mûsa Anter de jî em qet şaş nebûn. Bi hinceta demborînê dosya girtin. Cînayeteke ku dewlet nekare ronî bike nîne, cînayetên ku dewlet ronî nake hene. Lewma jî desthilatdariya AKP’ê şirîkê vî sûcî ye, şirîkê faîlan e ku wan diparêze. Em ê xwedî li mîrasa Apê Mûsa derkevin, em ê nehêlin ku ev dosya bê girtin û heta kujerên wî tên darizandin jî têbikoşin.”

Gunay, bal kişand ser çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî tên lidarxistin û wiha got: “Rejîma Îranê bi salan e ji bo domandina desthilatdariya xwe, li hember hemû mûxalefetê taybet jî li ser jinan û kurdan polîtîkayên dijwar û hovane dimeşîne. Di heman demê de qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ji hêlekê ve hovîtiya rejîmê careke din nîşan da û li hêla din jî bû sedema berxwedaneke dîrokî. Ev pêla berxwedanê ya ku bi taybet li bajarên rojhilatê Kurdistanê belav bûyî roj bi roj berfirehtir dibe û her ku diçe digihîje asteke bilindtir. Serhildana gelê kurd û jinên kurd hêviya mirovahiyê mezin dike. Li hember vê berxwedana dîrokî hêzên rejîmê bi awayekî hovanê êrîşî  çalakvanan dikin û heta niha 8 kes qetil kirine û gelek kes birîndar kirine.”

‘Jin jiyan azadî dirûşmeya sedsala 21’emîn e’

Di berdewamiyê de Gunay, destnîşan kir ku partiya wan heta dawiyê piştgiriyê dide têkoşîna maf û azadiyê ya jinan û wiha pê de çû: “Em heta dawiyê rêhevalên neviyên Qasimlo û Qazî Mihemed in; ên ku îro li kolanên Rojhilat ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet li ber xwe didin. Di serî de em jinên kurd, hemû jinên cîhanê parazvanên pora Jîna Amînî ne. Ew por li Rojhilata Navîn wê bibe ala gel û jinên azad! Em berxwedan û raperîna di pêşengiya jinan de îro li xaka Rojhilatê mezin dibe silav dikin û li gel wan dibêjin; jin jiyan û azadî!  Jin, jiyan, azadî êdî dirûşmeya azadiya sedsala 21’emîn e ji bo hemû cîhanê.”

HDP navnîşana rizgariyê ye

Gunay, diyar kir ku di hemû geşedan û rêgezên neyînî yên li Tirkiyeyê de, geşedanên ku hêviyê geş dikin û azadî û wekheviyê nêzî hev dikin hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelên Tirkiyeyê dizanin ku HDP û nirxên ku nûnertiya wê dike yekane navnîşana rizgariyê ye. Ligel hemû êrîşên li ser partiya me û komployên ku hatine çêkirin jî, piştevaniya civakî roj bi roj zêde dibe, civak li dora HDP’ê dicive. Di hefteya dawî de em li qadan bûn, me bi gel re têkilî danîbûn. Ji Îzmîrê heta Mûglayê, ji Antalyayê heta Serhedê, ji Amedê heta Mêrdînê, ji Aydinê heta Çûkûrovayê, hevserokên me, wekîl û rêveberên me, parêzgeh bi parêzgeh bi giştî civîn li dar xistin. Li tevahiya Tirkiyeyê coş û xwedîderketineke mezin li hemberî partiya me heye, bawerî û baweriyeke kûr pêş dikeve.”

Guh nadin planên têne çêkirin

Gunay, destnîşan kir ku ew guh nadin kampanyayên qirêj ên derheqê wan de tên kirin, li senaryoyên ku di derdorên bazariyê de têne çêkirin û ev nirxandin kir: “Em guh nadin planên ku têne çêkirin û astengiyên ku tên derxistin. Daxwaz, axaftin û daxwazên gelê me rêya me diyar dike. Partiya me li ser rêya rast e, yekane navnîşana ku siyaset û çareseriyê hildiberînê. Ya rastî partiya me ne tenê di rojeva gelê me de ye. Ji aliyekê ve yên ku qaşo me îhmal dikin û guh nadin me, 7 roj û 24 saetan behsa partiya me dikin. Yekane rojeva hikûmetê ya berdewam HDP ye. Yên ku nikarin siyasetê bikin, hewl didin bi dijberiya HDP’ê hebûna xwe bidomînin û ji siyaseta li dijî HDP’ê sûd werbigirin.”

‘Ev têkoşîn wê bi ser bikeve’

Ji bo êrîşên ku li dijî gel tên kirin Gunay, ev tişt anîn ziman: “Desthilatdariya ku her cureyên zilmê li gelên Tirkiyeyê dike û derdorên bi navê muxalîf ên ku bi navendên tarî yên salên 90’î re xebitîn, ger ku bifikirin wê bi van nîqaşan bikarin civakê bixapînin, gelek şaş in. Gelê me 40 sal in ezmûna pêwîst daye van hemûyan û dê di pêşerojê de jî bide. Partiya me dê xewa van hemû beşan xera bike. Binêrin, kesek bi navê ‘muxalîf’ dibe xwînerê hikûmetê, dijberên rastî yên vî welatî li kolanan berxwedana xwe didomînin. Dijberên rastî yên vî welatî her roj rastî êrîşên hikûmetê tên. Duh jî Dayikên Şemiyê ku bi dehan salan aqûbeta zarokên xwe dipirsîn, li korîdorên edliyeyê hatin darizandin, kesên ku xwestin piştgiriyê bidin wan rastî êrîşa polîsan hatin. Dayikên Aştiyê ku aştiya bi rûmet dixwazin her roj rastî êrîşan tên, Emîne Şenyaşar jî her roj rastî êrîşan tê. Yên ku xwezaya xwe diparêzin, yên ku heta Cûdî meşiyan rastî êrîşan hatin. Mûxalefeta rast ew e ku li dijî faşîzmê li kolanan li ber xwe dide, yekitiya wan a têkoşînê ye û bêguman wê ev têkoşîn bi ser bikeve.”

Nexşerêya tifaqê zelal dibe

Di  dawiya axaftina xwe de Gunay, diyar kir ku hevpariya têkoşînê niha bi îradeyeke hevpar ber bi pêşerojê ve diçe û wiha got: “Li gorî daxwaz û daxwazên gelê xwe em hem têkoşînê berfireh dikin hem jî hevkariyên nû yên têkoşînê pêş dixin. Di 24’ê îlonê roja şemiyê de Tifaqa Ked û Azadiyê ku partiya me jî endamê wê ye, li Stenbolê bi şahiyek girseyî dest bi rê dike. Em ê li Stenbolê bi hezaran kesî bibînin. Em bi hûrgulî û giran dixebitin. Em ê bi kesên berxwedêr, kedkar, yên ji bo aştî û azadiyê têdikoşin re hevdîtinê bikin. Em li bendê ne ku bi hezaran kes beşdarî civînê bibin. Amadekariyên tifaqê bi dawî bûne. Di civînê de em ê deklerasyona xwe, nexşerêya tifaqê jî di nav de biweşînin. Em ê bi kesên ku li dijî talankirina xwezayê, nefret û kuştina jinan têdikoşin re bin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî vê civîna dîrokî ya li Navenda Kongreyê ya Halîçê bibin.”