4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP sibê dest qebûlkirina serlêdanên bernamzetan dike

HDP sibê dest qebûlkirina serlêdanên bernamzetên parlamenteriyê bike. Wê heta 25’ê adarê serlêdan bên qebûlkirin. Wê hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan nikaribin bibin bernamzet.

Di 14’ê gulanê de wê li Tirkiyeyê Hilbijartinên giştî û serokkomariyê bên kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên ji bo hilbijartinan didomîne. HDP’a ku li hemû bajaran Koordînasyona Hilbijartinê ya Bajêr ava kiriye, bi endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û Endamên Meclisê (PM) re wê di her qonaxî de xebatan bişopîne.

Hawiza navan

Wê HDP di navbera 17 û 25’ê adarê de dest bi qebûlkirina serlêdanên bernamzetan bike. HDP’a ku li hemû bajaran xebatên xwe yên diyarkirina bernamzetan temam kir, hawiza navan ava kir. HDP wê ji navên sembol re jî teklîfa namzetiyê bibe.

Hilbijartî nikarin bibin bernamzet

Hevşaredar, endamên Meclisa Şaredariyê û endamên Meclisa Giştî ya Bajêr ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de hatine hilbijartin nikarin serlêdanê bikin. Di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de biryar hatiye dayîn ku ji bo namzetiya parlamenteran distûra du serdeman jî wê neguhere.