2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Esad: Leşker venekişin bi Erdogan re hevdîtin nabe

Beşar Esad xuya kir bi şertê ku dewleta tirk leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne dikare bi Erdogan re hevdîtinê bike.

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad çû paytexta Rûsya Moskovayê, di çarçoveya hevdîtinên bi Tirkiyeyê re axivî. Li gorî nûçeya Euronewsê; Esad da zanîn ku bi şertê ku dewleta tirk leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne dikare bi Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Esad, diyar kir ku divê dewleta tirk piştgiriya ku dide hêzên paramîlîter bi dawî bike û wiha got: “Tekane riya hevdîtina bi Erdogan re ev e.”

Tê payîn ku dîplomatên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê di vê hefteyê de li Moskovayê bên ba hev û beriya lûtkeya serokatiyê civînekê li dar bixin.