18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Tifaqa Cumhur wê hesabê sûcên dike bide

HDP’ê bertek nîşanî propagandaya îktîdarê ya li dijî siyasetmedarên girtî da û got ku wê Tifaqa Cumhur hesabê hemû sûcên xwe bide.

Tifaqa Cûmhûr ku a bi pêşengiya AKP-MHP’ê ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê girtiyên siyasî dike hedef. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser hesaba xwe ya fermî ya twîtterê bertek nîşanî vê propagandaya îktîdara AKP-MHP’ê ya li dijî girtiyên siyasî da. Partiyê, ev daxuyanî da: “Tifaqa Cumhur ku li ser hevalên me yên girtî propagandayeke qirêjî dike dê hesaba hemû sûcên xwe bide. Li gel ku Demîrtaş, Yuksekdag û hemû hevalên me yên din bi awayekî derhiqûqî tên ragirtin jî, bi tu awayî serî netewandin. Vaye sedema esasî ya tirsa van jî ev e!”