5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate veşartin

Welatparêzê kurd Mehmet Emîn Armûtlû ku li Parîsê jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê bi girseyî hate veşartin.

Welatparêzê kurd Mehmet Emîn Armûtlû ku di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de hatibû girtin, 20 salan di girtîgehê de ma û li bajarê Parîs a Fransayê dijiya, di 19’ê gulanê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Li ser wesiyeta Armûtlû, malbata wî cenaze anî Amedê. Cenazeyê Armûtlû ji bo definkirinê birin Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê. Komeleya 78 an a Amed, Mêrdin, Riha û Êlihê, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk ên Amedê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAYDER), Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê jî tev li merasîma definkirina cenazeyê Armûtlû bûn.

Armûtlû, piştî wecîbeyên olî bi girseyî hate definkirin. Piştî definkirina Armûtlû, girse çû serdana gora yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Elî Çîçek û gul danîn ser gora wî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mehmet Emîn Armûtlû di Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de hate girtin û 20 salan di girtîgehê de ma. Di pêvajoya girtîgehê de rastî gelek zext û îşkenceyan hat. Di sala 2001’an de jî ji ber zextên dewletê neçar ma ku koçî derveyî welat bike û li paytexta Fransayê Parîsê dijiya. Heta 19’ê gulanê roja wefata xwe jî di nava kar û xebatan de bû.