4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP û Partiya Çepên Kesk dadikevin qadê

HDP û Partiya Çepên Kesk biryar dan ku di navbera 17-27’ê hezîranê de li bajêr, navçeû gund û taxan civînên gel li dar bixin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk civînên xwe yên navendî yên nirxandina hilbijartinan temam kirin. Meclisa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) di civînan de hin biryaran girtin.

Li gorî biryarên ku partiyan girtiye; dê li bajêr, navçe, taxan û gundan civînên gel li dar bixin. Bi rêveberiyên bajêr û navçeyan re dê civînên rexnekirin û xwerexnekirinê bên kirin. Hem di civînên gel de hem jî di civînên din de wê rewşa rêxistinî bê nîqaşkirin. Nûnerên rêxistinên sivîl, rûspî, parlamenter û rêveberên partiyan dê tev li civînan bibin.

Mijarên navborî dê di 17’ê hezîranê de dest pê bikin û heta roja 27’ê hezîranê berdewam bikin. Tê xwestin ku civînên gel ne li cihên girtî dê li qadên vekirî bên kirin.

Wê welatî biaxivin

Tê payîn ji ber geşedanên polîtîk civîn qelebalix bên lidarxistin. Di civînan de dê her welatî bikaribe biaxive. Di çarçoveya bernameyê de wê parlamenter û rêveberên partiyan di Cejna Qurbanê serdana gel û malan bikin. Seranserî betlaneya cejnê dê serdanên li gund û malbatan berdewam bikin.

Piştî xwerexnekirinê û civînên gel dê xebatên konferansên xwecihî û navendî dest pê bikin.