2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin

Li navçeya Hezexê 2 ciwan winda bûbûn û cenazeyên ciwanan li Çiyayê Spî hatin dîtin.

Ciwanên bi navê Ferhat Şanli (22) û Îdrîs Alptekîn (25) di 11’ê hezîranê de ji navçeya Hezex a Şirnexê ji bo danûstandinê bi motorsîkletê ber bi navçeya Cizîrê ve ketibûn rê û winda bûbûn. Tevî hemû hewldanan jî tu agahî ji ciwanan nedihatin girtin û li ser vê yekê malbatan serlêdan kirin ku zarokên wan winda bûne. Cenazeyên her du ciwanan 4 roj piştre li Çiyayê Spî hatin dîtin.

Cenazeyên ciwanan ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.