28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyasetmedar Şîrîn Tunç beraet kir

Siyasetmedar Mehmet Şîrîn Tunç bi 15 sal cezayê hepsê dihat darizandin, hat beraetkirin.

Siyasetmedar Mehmet Şîrîn Tunç li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de di “Koma Aştiyê” ya 1’emîn de hatibû Tirkiyeyê ji ber xebatên xwe yên siyasî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin. Danişîna biryarê ya doza Tunç  li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Tunç tev li danişînê nebû û parêzera wî Cemîle Turhalli di danişînê de amade bû.

Dozger mutalaya xwe ya berê dubare kir. Piştî parastina parêzer Turhalli, dadgehê diyar kir ku kar û xebatên Tunç kiriye nabe sûc û biryara beraetê da.