4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP û TJA’yê Medenî Yildirim  bibîr anîn

Rêxistina TJA û HDP’ê Medenî Yildirim ê li navçeya Liceyê ya Amedê di çalakiya li dijî avakirina qereqolê de eskeran ew kuşt, li goristana Yenikoyê bibîr anîn.

Li Navçeya Liceyê ya Amedê di 28’ê Hezîrana 2013’an de dema girseyê li dijî avakirina qereqolê çalakî li dar xist, eskeran li ser girseyê gule reşandibûn. Eskeran di êrîşê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim kuştibûn. Parlamenter û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Aktîvistên Tevgera Jinên Azad (TJA) li gel malbatê, Medenî Yildirim ê 8 sal berê eskeran ew kuşt, li ser gora wî ya Yenîkoyê bibîr anîn.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşcier, li ser gorê axivî û destnişan kir ku ew ê tu carî Medenî Yildirim ê 19 salî ji bîr nekin û kuştina Yildirim şermezar kir.

Dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildirim jî diyar kir ku eskeran kurê wê kirin hedef û kuştin û wiha got: Medenî ciwanekî sivîl bû. Kujer li holê ne. Lê 8 sal borî hêj kujer nehatine darizandin. Tu heqê dewletê tune me qetil bike. Em kurê xwe bê xwedî nahêlin. Di 8’ê Tîrmehê de danişîna doza wî heye. Em pêşiya vê dozê bernadin.”

Komê piştî axaftinan qurnefil danîn ser gorê û dirûşmeya “Şehît namirin” berz kirin.