27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’a Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin

Bi armanca berbelavbûna axaftina bi kurdî Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Avcilarê bi piştgiriya Enstîtûya Kurdî qursa zimanê kurdî da destpêkirin.

Li gorî daneyên herî dawî yên Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li tevahiya cîhanê bi giştî 6 hezar ziman têne axaftin. Lê li gorî heman daneyan ji van zimanan ji sedî 43’yê wan bi tunebûnê re rû bi rû ne. Ji ber zext û qedexeyên dewleta tirk zimanê kurdî jî ber bi vê aqûbetê ve diçe. Lê hewldanên kurdan ên ji bo pêşîgirtina vê rewşê jî berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Avcilarê bi armanca axaftina kurdî berbelav bibe bi piştgiriya Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê di 18’ê mijdarê de qursa zimanê kurdî da destpêkirin. Qursa ziman ji astên destpêkê, asta yekemîn, asta duyemîn û asta sêyemîn pêk tê û wê heta 9 mehan berdewam bike. Dersên qursê her rojên înê di navbera saet 18.00 û 20.00’an de li avahiyê HDP’a Avcilarê tên dayîn.

‘Kurdî zimanekî gerdûnî ye’

Endamê Komîsyona Perwerdeyê yê HDP’a Avcilarê Semîh Sungul, der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku ew ê ne tenê qursên ziman di heman demê de dê semîner û konferansên ziman jî pêk bînin.

Sungul, destnîşan kir ku kurdî ne zimanekî herêmkî ye mîna almanî û ingilîzî zimaneke gerdûnî ye û ev tişt gotin: “Zimanek ji malzimana Hînt Ewropî, dewlemend û gerdûnî ye. Ne hewce ye wate û mîsyoneke pir cûda li kurdî bê barkirin. Ev ziman ji hêla gelê kurd bi devokên cuda tê axaftin. Ger ku ev ziman nebe dê ev çande jî winda bibe. Lê belê di vir de berpirsyariya herî mezin a kurdan e.”

Di dawiya axaftina xwe de Sunguli li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê her kesê ji bo hînbûn, pêşxistin û berbelavkirina zimanê kurdî vexwend qursa dane destpêkirin.