9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar peyamek weşand

Malbata Şenyaşar a ku jı 9’ê adara 2021’an ve di Nobeta Edaletê de ne li ser hatina serokkamar Erdogan a Rihayê peyamek weşand.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 633’yemîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê dest bi nobeta xwe kirin.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bal kişand ser serdana serokkomar a Erdogan a li Rihayê û ev peyam parve kir: “Tu sozên hilbijartinê ji qêrîna dayikeke ku hevjîn û zarokên wê li ber çavên wê hatin qetilkirin û 633 roj in li ber deriyê edliyeyê edaletê dixwaze bi bandortir nîne. Hemû gelê Rihayê yê birûmet vê zilmê dişopîne. Erdogan wê li Rihayê tercîhekê bike!”