spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunay: Navnîşana siyaseta demokratîk û çareseriyê Abdullah Ocalan e

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi êrîşên li dijî Bakur û Rpjhilatê Sûriyeyê starta hilbijartinê daye

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, têkildarî civînên Meclisa Jinan, Meclisa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî agahî dan. Di rojeva Gunay de tecrîda li ser Îmraliyê û êrîşên dewleta tirk ên li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn.

Têkildarî civînên partiyê Gunay, wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin, ji bo nirxandinên rojevên heyî ev du roj in em civîna xwe ya Meclisa Partiyê li dar dixin. Me ji ewil civîna Meclisa Jinan û piştre jî ya PM’ê li dar xist. Îro jî em civîna Lijneya Rêveberiya Navendî li dar dixin. Di serî de êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîd û hilbijartin, gelek mijar bi berfirehî hatin nirxandin. Têkildarî serdema nû plan hatin kirin û erk û berpirsyarî hatin destnîşankirin. Civîna MYK’ê ya di vê mijarê de didome.”

‘Van herêman radestî çeteyan dikin’

Gunay, bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: “Tifaqa AKP-MHP’ê, siyaseta xwe ya şer ji sala 2015’an heta niha roj bi roj kûrtir dike. Vê konsepta şer û pevçûnan jî di erefeya her hilbijartinê de zêdetir dike. Amadekariya êrîşeke bejahî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ev yek jî parçeyeke siyaseta şer a desthilatdariyê ye ku xwe pê xweyî dike. Bêguman ev şer, parçeyeke polîtîkaya wan a dijminatiya li kurdan e. Şerekî li dijî hebûna kurdan û destkeftiyên wan e. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi keda xwe û bi bedelên giran şoreşek ava kir û dixwazin vê jiyana ku wekhevî û azadiyê esas digire tune bikin, van qadan veguherînin qada şer û van herêman radestî noker û çeteyên dijminên mirovahiyê bikin. Heke ev dever di destê çeteyan de bûna, dê dengê xwe nekiribûna û bi wan re hevkariyeke qirêjî bikirana. Dema mijar bû kurd, polîtîkaya desthilatdariyê ya tunekirin û emperyal dikeve meriyetê.”

Bi şer dixwazin xwe ser piyan bigirin

Di berdewamiya axaftina xwe de Gunay, diyar kir ku ev şer, di şexsê kurdan de li dijî hemû civakê tê kirin û dixwazin tevahiya civakê teslîm bigirin û got: “Vî şerî ji bo dîzaynkirina siyaseta navxweyî û serkeftina hilbijartinê weke stratejiyekê bi kar tînin. Deshtilatdariyê careke din starta kampanyaya hilbijartinê bi balafirên şer, mirin û rûxandinê da. Lewma jî hemû derdorên ku piştgiriyê didin vê polîtîkaya şer a desthilatdariyê û siyaseta wê ya mirinê, di heman demê de piştgiriyê dide kampanyaya wê ya hilbijartinê. Ji ber ku şer bi xwe re mirin, êş, xizantî, krîza aborî û talankirina çavkaniyên aboriyê tîne. Desthilatdarî dixwaze bi şer re bi ser neheqî, bêhiqûqî, talan û nelirêtiyên xwe bigire. AKP, kengî ku dibîne talan û nelirêtiyên wê derdikevin holê û dengan winda dike, demildest serî li şer dide. Sedema bingehîn a şerê li dijî kurdan jî ev e.”

Teqîna Taksîmê hincet e

Gunay, destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo ku êrîşên xwe yên niha rewa nîşan bidin, teqîna li Taksîmê weke hincet nîşan dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li şûna ku piştperdeya teqînê ronî bike, hewl didin bi ser bigirin. Derdikevin ber kamerayan û dibêjin; ‘li cihê ku em operasyonên li derveyî sînor lê dikin, ferq û cudahiyê naxin navbera tu nîjad, bawerî, mezheb û hwd. û mirin, rûxandin û tunekirinê nakin.’ Bêyî ku şerm bikin van gotinan dikin. Ev di heman demê de hewldana parastinê ye. Ji ber ku li cihên hatine dagirkirin kurd, ereb, ermen, û suryan tên qetilkirin. Dîmenên cînayet, xesp û talana ku çeteyên OSO, DAIŞ û El Qaîdeyê dikin jî hemû cîhan zindî temaşe dike. Çeteyên we li Efrînê qirkirina nîjadî kir û hê niha jî sûcên li dijî mirovahiyê dikin.

Serokê Komîsyona Lêkolînên li Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di rapora xwe ya 20’ê îlona 2020’an de wiha dibêje; ‘Tirkiye û hêzên girêdayî wê bi taybet jî herêmên kurdan hedef digirin. Endamên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) li Efrîn û Serêkaniyê gel rehîn digire, miameleyeke zalimane lê dike, îşkence û destdirêjiyê lê dike. Gelek sûcên şer kirine…’ Di gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) a adara 2021’an de jî wiha tê gotin; ‘Li Efrînê 604 sivîl hatin kuştin, 7 hezar û 243 kes hatin revandin, 300 hezar kes koçber bûn, 314 hezar û 400 darên zeytûnê ji kokê ve hatin rakirin, 28 avahiyên kevin hatin rûxandin û 14 perestgehên pîroz jî hatin rûxandin.’ Hêj gelek raporên wiha hene. Ev wehşet, berhema desthilatdariya AKP’ê ye. Dixwazin îro van sûcan hêj zêdetir bikin.”

‘Em ê teslîmî siyaseta şer nebin’ 

Di dawiya axaftina xwe de Gunay, ev tişt anî ziman: “Erdogan çendek berê di Rêxistina Hevkariya Îslamê (ÎÎT) de qala xwedîderketina li zarokan ji Efrîqayê heta Asyayê dikir. Gelo ma zarokên kurd ên ku di encama êrîşên we de li Efrîn, Girê Spî, Şengal û hwd. tên kuştin zarok nînin? Ev zarok raste rast di encama êrîşên we de jiyana xwe ji dest didin. Koçber dibin. Gelo dema mijar dibe zarokên kurd hûn çima qala zilm û xerabiya lê tê kirin nakin? Ev yek nîşan dide ku desthilatdarî raste rast dijminatiya kurdan dike. Weke HDP’ê em ê teslîmî vê siyaseta şer a tifaqa AKP-MHP’ê nebin. Stratejiya me ya hilbijartinê jî li dora vê siyaseta me ya li dijî şer teşe bigire.

Divê CPT kitekitên serdana Îmraliyê parve bike

Siyaseta mirin, rûxandin, xizanî û şer bingeha xwe ji polîtîkayên tecrîdê digire. Tecrîda giran a li Îmraliyê roj bi roj bêhtir tê kûrkirin. Ev polîtîkaya tecrîdê nayê qebûlkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dan zanîn ku ev 20 meh in tu agahiyan ji Abdullah Ocalan nagirin û Abdullah Ocalan di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de derneketiye hevdîtinê. Ev rewş nîşan dide bê ka tecrîda li Îmraliyê di asteke çawa de ye. Vê rewşê, bêhiqûqiya ku tecrîda girankirî rê li ber vekirî û fikarên heyî kûrtir kiriye. Em careke din bang li CPT’yê dikin ku kitekitên serdana xwe ya dawî bi raya giştî re parve bike û nebe şirîkê sûcên îşkence û tecrîdê yên desthilatdariyê. Tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, nîşaneya israra desthilatdariyê ya di polîtîkaya neçareseriyê de ye. Bi van polîtîkayên tecrîdê re desthilatdarî di mijara krîza hiqûqî, edalet, mafên mirovan û aboriyê de sûd digire.

 ‘Tecrîd bûye nasnameya saiyasî desthilatdariyê’

Tecrîd, êdî bûye nasnameya siyasî ya desthilatdariya AKP’ê. Her îtîrazeke li dijî polîtîkaya tecrîdê, her wiha îtîraza li dijî polîtîkaya şer e. Lewma em dîsa dubare dikin ku navnîşana siyaseta demokratîk û çareseriyê Abdullah Ocalan e. Banga me ji bo tevahiya raya giştî ya demokratîk ew e ku ji bo bidawîkirina derhiqûqî û tecrîda li Îmraliyê bikevin nava liv û tevgerê. Hevseroka giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, 3 parlamenterên me û hevserokê me yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. Banga me ji bo Wezareta Dadê ew e ku di zûtirin demê de bersivê bide van serlêdanan. Divê hevdîtinên bi parêzer û malbatan re tavilê bên kirin.

Tu êrîş nikare têkoşîna jinan têk bibe 

Êrîşên birêkûpêk ên li dijî partiya me, kurdan, jinan û her kesên ji bo mafên bingehîn û azadiyan dadikevin qadan didomin. Êrîşên di 25’ê mijdarê de û yên pêvajoya piştî wê yên li dijî jinan berdewam in. Di roja sêşemê de derheqê 50 hevalên me yên jin ên TJA’yî de biryara binçavkirinê dan. Yên hatin binçavkirin jî bi sala ye pêşengtiya têkoşîna azadiya jinan a vî welatî dikin û parçeyeke siyaseta demokratîk in. Ji ber ku ev hevalên me li dijî tarîtî, zext, rejîma mêr derdikevin û têkoşîna azadiya jinê didin lewma hedef tên girtin. Hûn nikarin bi tawanbarkirina jinên ku pêşengtiya têkoşîna jinan dikin re bi ser sûcên xwe bigirin. Bi cihêkarî, nefret, tundî û şer re hûn ê nekarin cihê xwe saxlemtir bikin. Hûn çi bikin jî dê her tim ji têkoşîna jinan bitirsin. Dê jin dev ji têkoşîna xwe bernedin û dawî li desthilatdarî û qesra we bînin. ‘Jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê olan dide. Parêzer çûn serdana hevalên me yên binçavkirî û gotin ku hatine îşkencekirin, destên wan ji pişt ve hatine kelemçekirîn û bi saetan di otobûsan de hatine sekinandin. Em ê têkildarî mijarê serlêdana sûc bikin. Lê divê ji bîr nekin ku tu zext û êrîş dê nekarin têkoşîna jinan têk bibin.”