7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêza Abdullah Ocalan a çareseriyê heye

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, diyar kir ku li Îmraliyê çi dibe ne diyar e, ew wekî malbat dixwazin biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin.

616 roj in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Parêzerên wî ragihandin ku Abdullah Ocalan hevdîtina bi Komîteya Pêşgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re qebûl nekiriye. CPT, di 20-29’ê îlonê de serdana Îmraliyê kiribû.

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi telefonê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kiribû, lê hevdîtin jî 3-5 deqeya dewam kiribû û telefon hatibû qutkirin. Mehmet Ocalan têkildarî vê hevdîtinê û tecrîdê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Mehmet Ocalan, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan jê re gotiye, “Kî te şandiye, çima tu hatiyî?” û wiha got: “Got, ‘ger hevdîtinek hebe, ev divê di çarçoveya qanûnên Tirkiyeyê de be. Mafê min ê qanûnî û demokratîk heye. Min cara dinê jî ji te re got, ez niha jî dibêjim. Ev ne hevdîtineke rast e. Ê te şandiye û pêwendî bi te re daniye jî tiştekî rast nekiriye. Li gorî qanûnê kîjan rast be, bila wê bikin.”

Haya malbata jê nîne çi dibe 

Ocalan, bal kişand ser daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ku têkildarî serdana CPT’yê gotibû, Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’yê re red kiriye û wiha axivî: “Fikarên me jî hene. Çima hevdîtin çênebûye? Em malbat dixwazin hîn bibin bê li wir çi diqewime. Ev ji bo me mijareke hesas e. Dewlet, Wezîrê Dadê û hikûmet divê vê yekê zelal bike. Li gorî qanûnê mafê me heye. Em jî doza vî mafî dikin. Ya tê kirin tiştekî talûke ye. Haya malbatê û parêzeran jê tune ye bê ka li wir çi diqewime. Dewlet divê rêzê li qanûnên xwe bigire.”

Bertaka Abdullah Ocalan a li dijî CPT’ê

Di berdewamiya axaftina xwe de Ocalan, bi lêv kir ku mafên mirovî yên birayê wî Abdullah Ocalan hene û got ku çawa got hevdîtin bi rêya telefonê ya bi wî rengî ne rast e, dibe ku bi heman rengî nêzî serdana CPT’yê jî bûye. Mehmet Ocalan ji bo vê ev tişt gotin: “Naxwaze hevdîtineke 5 deqe an jî nîv saetî bi CPT’yê re bike. Ji lewre dizane piştî vê dê salekê du salan hevdîtin bê asteng kirin. Ev berteka wî ya demokratîk a li dijî tecrîdê ye. Protesto ye. Divê dewlet vê yekê esas bigire.”

Divê tavilê deriyê Îmraliyê bên vekirin

Ocalan, destnîşan kir ku ew dixwazin heyetek an jî malbat biçe giravê û bi awayekî rêkûpêk hevdîtinê bikin û bang li dewletê kir ku rêzê li qanûnên xwe bigire. Her wiha Ocalan bang li parêzvanên mafên mirovan ên li welêt jî kir û wiha got: “Li wir 4 mirov hene. 2 sal in agahî ji wan nayê girtin. Her tiştî dinirxînin, lê bila rojekê li ser vê jî bisekinin. Ev meseleya Tirkiyeyê û kurdan e. Demildest divê vê yekê bi awayekî demokratîk daxilî rojeva xwe bikin. Tavilê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”

Divê bertek hebin

Di dawiya axaftina xwe de Ocalan, diyar kir ku saziyên demokratîk divê xwedî bertekên xurt bin û ev tişt anî ziman: “Herî zêde ez çûme giravê. Ev tiştên tên kirin şerm e. Gelê me divê berteka xwe ya demokratîk nîşan bide. Her kes dizane ‘Apo dikare aştiyê bîne Tirkiyeyê.’ Lewma divê her kes vî barî hilgire. Apo, dikare vê xwînê bide sekinandin. Banga me ji bo mirovan ev e.”