22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zanebûn û nezanî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Çi tiştên ku li ser rûyê erdê û di bin sîwana asîman de hene hemû li gor zanebûna mirov tên binavkirin. Zanebûna mirov, pêşî bi hînbûnê dest pê dike. Hinbûna tişt û têgihan bi têgihîştin, famkirin û watedarkirinê pêk tê. Tiştê ku neyê famkirin  û watedarkirin, nayê hînkirin jî. Hînkirin piştî hînbûnê pêkan dibe. Heta ku mirov tiştekî hîn nebe, nikare hîn bike. Hinbûn bi saya mejî, hiş, bîra mirov pêk tê  bi saya binehişîna mirov mayinde dibe. Heke binehişîna  mirov tune be, tiştê ku mirov hîn dibe dê zû ji bîra mirov biçe.

Li gor zanîna biriknasan(norologan); agahiyên ku di çirkeyekê (saniyeyekê) de ji hişê mirov der dibin û di bîr û binehişîna me de bicih dibin, ji 4 milyar bîtan zêdetir in. Belê hişmendiya mirov ji wan agahaiyan tenê bi 2 hezar bîtan dihese û wan ji bîr nake. Ew agahiyên ku di binehişîna mirov de bicih dibin bi saya hişmendiyê der dibin. Sedema ku gotin û kiryarên mirov hevdû nagirin jî nakokiya navbera binehişîn û hişmendiyê ye. Hişmendiya mirov a ku 2 hezar bîtan di xwe de dihewîne nikare zora binehîşîna wî/wê ya ku 4 mîlyar bîtan di xwe de dihewîne, bibe. Lewre gotinên mirov ji hişmendiya wî/wê, belê kiryarên wî/wê ji binhehîşna wî/wê der dibin. Mirov çiqas bi devê xwe tiştên baş û erênî bibêjin jî, binhişîna wan zora hişmendiya wan dibe û nahêle ku ew kiryarên baş pêk bîne. Bo nimûne; di civakeke bavkanî/pederşahî de mêrekî ku bi hişmendiyeke mirovhez tev digere û her gav dibêje “ez sosyalîst û demokrat im û mafê jinan diparêzim”, dema ku dengê jinê bi ser ê wî dikeve, binehişîna wî dilebite û radibe pêdarê; wê gavê  bê haya xwe li mêrekî serdest û stemkar dadigere û dengê jinê dibire. Ew binhişîna wî ya ku bi salan hêz û serdestiya mêranî û baviksalariyê di xwe de dihewîne, nahêle ku ew li gor devê xwe tev bigere. Lewre tiştên ku ji devê wî mêrî derdikevin ji hişmendiya wî, belê tiştên ku di liv û kiryarên wî de digerin û kesayetiya wî ya rastîn derdixe holê, binehişîna wî ye. Ango tiştê ku gotin û vegotinên mirov tayin dike hişmendiya mirov; belê tiştê ku liv û tevgerên mirov diyar dike û wî/wê bi rê ve dibe, binehişîna wî/wê ye. Sedema bingehîn a ku nahêle gotin û kirinên mirov li hevdû derkevin jî ew binehişîna wî/wê ya xurt û qayîm e.

Mejiyê mirov, tiştên ku mirov hîn dibe di binhişîna wî/wê de bicih dike û jibîrkirinê bi derengî dixe. Heke bîr û binehişîna mirov tune be, çi tiştê ku mirov hîn dibe, dê pir zû were jibîrkirin û mirov dê ji nûve neçarî hînbûna wî tiştî bibe. Çi tiştên baş û xirab, erênî û neyînî, feydedar û ziyandar, bikêr û bêkêr hene hemû di binehişîna mirov de bicih dibin û zû bi zû nayê jibîrkirin.

Binehişîna mirov hem tiştên erênî û hem jî tiştên neyînî di xwe de dihewîne. Binehişîna mirov tiştên ku tên hînkirin hemûyan depo dike. Jihevderxistin û veqetandina nîgaşî û rastîniyê ne karê binehişînê ye; ew karê hişmendiyê ye. Tenê hişmendî dikare xeyal û rastiyê an jî başî û nebaşiyê, erênî û neyiniyê ji hevdû derxe û binirxîne. Lewre karê binehişînê hilanîn û veşartin û karê hişmendiyê jî derkirin, derbirîn û  nirxandin e. Ji bo wê, hişmendî çiqas xurt be zanîn, zanebûn û hînbûn jî ewqas hêsan û xurt dibe. Bêguman, zanîn, zanebûn û hînbûn jî bi xwendinê bi pêş dikeve.  Têgihîştin, famkirin û watedarkirin jî dîsa bi xwendin û zanebûnê pêkan dibe.

Zanîn û zanebûn pêşî famkirin û watedarkirina tiştan, peyre jî têgihên nû yên ku ji hêla mirovan ve tên binavkirin derdixe holê. Binavkirin û danasîna van têgihan, hem çarçove û bergeha têgih û tiştan û hem jî sînorê wan diyar dike. Zanebûn û nezanî jî wekî du têgihên dijber bi hev re derdikevin holê. Gava ku yek tune be ya din jî tune ye. Cihê ku zanebûn lê tune be, nezanî jî lê tune ye. Herdu dijber, hem hevdû diafirînin û hem jî ji bo ku hevdû têk bibin di nav lêkdaneke bênavber û misêwa de ne. Li aliyê din jî, ev herdu têgihên dijber, bi hebûna xwe re sînorekî pêk tînin. Belê ev sînor jî ne sînorekî misoger, westar û sereqet e; sînorekî çêkirî û demdemî û guherbar  e.

Tiştên ku hene, hin caran li gor rewşa ku mirov tê de ye û hin caran jî li gor têgihiştina mirov pêk tên. Ji bo wê; çawa ku ji bo tu tiştî sînorekî westar tune ye, ji bo zanebûn û nezaniyê jî sînorekî misoger tune ye. Mirovek der barê hin tiştan de çiqas zanebe, der barê  gelek tiştan de jî ewqas nezan e. Mirov li gor zanebûn û nezaniya xwe ya sînordar ji zanebûn û nezaniya xwe re sînorekî datîne. Her wiha ew sînor dibe çarçoveya wate, têgihiştin û famkirina zanebûn an jî nezaniya ku dibe mijara gotinê.

Mirov hem dibe zanaya/ê tiştê ku dizane û hem jî dibe nezana/ê tiştê ku nizane. Li gor me kesa/ê nezan ew e ku bi tiştê ku em pê dizan, nizane û kesa/ê zane jî ew e ku tiştên ku ew pê dizane em pê nizanin. Ango gava ku em di çarçoveyeke tengtir de bifikirin; em ê kesên ku der barê tiştekî de ji me zanatir in wekî  “kesên zane” û yên ku der barê tiştekî de ji me nezantir in jî wekî  “kesên nezan”  bi nav bikin. Ne îro tenê, di hîn serdemên dîrokî de mînakên wisa hene. Wekî nimûne; pêxemberê ola îslamê, kesên ku bawerî bi ola wî nedianîn çi qas zanebûnan jî ew wekî “nezan” û yên ku bawerî bi ola wî dianîn, çi qas nezanbûnan jî ew wekî  “zana”  bi nav dikirin. Heta Ebûcahilê binavûdeng ku navê wî bi xwe Umer e û zana/zane û serkêşê civata xwe bû, ji ber ku bi ol, doz û bîrdoza pêxemberê umeta îslamê  bawerî nedianî, di nav civata misliman de wekî  “Ebûcehil’  (Bavênezaniyê) dihat binavkirin. Heman gavê ligel ku gelek bawermendên ola îsalmê yên ku pir nezan û xeşîm bûn jî, ji ber ku tenê bawerî bi ola îslamê dianîn, tu car wekî nezan nedihatin hesibandin. Berevajiyê wê; feraseta dijber a ku Ebûcehil û ola wî diparast jî pêxemberê ola îslamê wekî “nezan”, “xeşîm”, “umî/nexwende”  û “sêrbaz” dida binavkirin.

Îro jî gelek kesên ku bi heman feraset û dijberiyê tev digerin û hin têgihan li gor  fikr û zanebûna xwe diyar û pênase dikin, hene. Wekî mînak; endazyarek dikare bijîşkekê/î ku derbarê endazyariyê de ne zane be, wekî “nezan” nîşan bide. Belê ew bijîşka/ê ku der barê endazyariyê de nezan e, dibe ku der barê  tenduristiyê de ji  wê/î endazyarê/î pir zanetir be û ew jî der barê tenduristiyê de endazyar wekî keseke/î ‘nezan“ nîşan bide. Ev herdu  kes jî xwe  “zane’ û  kesên pêşberî xwe “nezan” dibînin. Belê ev nirxandin, qet nabe pîvana zanebûn û nezaniya wan a tevahî. Nezaniya qadeke sînordar û pisporiyê ye. Ev nihêrîn, dûrî feraset û nirxandina zanistê û hişmendiya analîtîk(dahûrîner) e.

Rastî û heqîqeta tişt ew e ku ne tu kesên bi tevayî zane û ne jî tu kesên bi tevayî nezan hene. Her mirov li gor xwe hin tiştan dizane û hin tiştan nizane. Dibe ku her mirov, di warekî de ji mirovên din zanetir û di warekî din de jî ji mirovên din nezantir be. Ango nezanî, tenê tê wateya kêmbûna zanînê; nayê wateya nezaniya tevayî. Bi rastî ku ne mimkûn e ku mirovek her tiştî dizanibe an jî tiştekî nizanibe. Her kes bi qasî tiştê ku dizane, zane û bi qasî tiştê ku nizane, nezan e. Yanî ji bo her mirovê/î sînorê zanebûnê û ne jî yê nezaniyê heye.