spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Postmodernîzm, Roman, Têgiha Lîstikê û “Şeşaqil”  

Taybetîya bingehîn a têgihîştina postmodern ew e ku bo qadên realizm û ontolojîyê lênêrînek nû anîye. Tu tişt bi awayek berfireh nayê zanîn. Bo palpiştiya merivan ne dîwarê perestgehek teolojik ne jî bircên ber bi asîmanan ve ên ku îhtîşama zekaya însanan dinimînin hene. Ji ber vê jî çîrok û vegêranên dîwarên tune, bê wate dibin. Azmûna pirsgirêka temsîlê ya postmodernîzmê jî di vê xalê da dest pê dike. Ji bo meriv hêjayê vegêranê çi heye û merivê ku têgihek hêjayê derbirînê nabîne dê vê rewşê çawa vebêje? Ji bo nivîskarên postmodern têgiha lîstikê bûye kilîda bersivên van pirsan. (Sayak, 2016:98)

Ev agahîyên li jorê ji encama teza masterê ya Bulent Sayak a çap nebûyî, hatin girtin. Navê tezê “Oyun Kavramı Etrafında Postmodernizm ve Roman/Li Dor Têgiha Lîstikê Postmodernîzm û Roman” e. Me wek Koma Xwendinê ya Amedê romana “Şeşaqil” a Cîhan Rojî, 13ê mehê, li ser zoomê nirxand. Di nirxandinên xwe da hevalên komê li ser lewazîya honak û karakteran, bikarneanîn û mezaxtina zêde keresteyan, mentiqa tirkî û herwekî din rawestîyan. Ez dixwazim di serî da puxteya çîrokê, 36 beş e, ya bi vegêrana Şemî peşkeş bikim.

Di destpêka romanê da epîgrafek li ser bê baskîya însên a ku di tengasîyê da der tê holê, heye. Karakterê sereke Şem bûye evîndarê Seherê. Ji karakterên mitolojîk wek Prometheusê ku eylokê kurdan cîgera wî dixwe tê behskirin ku te’rîfa kone nebûna wî wek mehrûmîyeta ji lîstika hiş û jîyanê tê kirin. Beşa duyem behsa destpêka evîna Şem û Seherê ye. Beşa sêyem hinek taybetîyên Şemî ku derdora wî lê dikin heye. Lîstikek bi bêjeya “xwe”yê di van taybetîyan da der tê pêş: Wek “xwe-lî”, “xwe-şî”, “xwe-ş-bêj”, “xwe-dê-da” û hwd. Her dem çîrokan li hev tîne. Wek mînak çûna xwe ya doktor bi çîrokek lîstikê peşkeş dike. Di beşa çaran da metafora neynika şikandî û mekanê hemû çîrokan wek gundê xwe yê bi ser Vartoyê ve ra îşaretek dide kongreya Erziromê. Di dawîya beşê da “lengerîya mirîyan” bi bîr tîne û bi hilmûgulma ser camê pacê bi şiklê çêkirî dilîze. Di beşa pêncan da Şem û Seherê demên xweş bi hev ra derbas dikin. Di beşa şeşan da dikeve dora kirîna cixarê lê dor nayê wî, li hevalek xwe yê ciwan guhdarîya çîrokên erotik dike lê di encamê da wek lîstikek çîrokî dihesibîne. Bavê Şemî li hember evîndarîya wî û Seherê der tê. Seherê didine yekî nenas. Di beşa heftan da çîrokên gundê wan ê bi navê “Dara Dunyayê” û helwesta dayîka Şemî li hember bavê Seherê hene. Di beşa heştan da, Şem Seherê di heşê xwe da dişibîne Şahmaranê paşê jî poşmam dibe. Wek xewnek ew Seherê li nik hev in. Ji Seherê ra dibêje were ez mehra xwe û te bibirim, em serê xwe hilînin biçin û biçin. Seherê helwesta bav û dîya xwe vedibêje. Geh Seher dixwaze ku bi hev şa bibin û ji hevşabûna wan zarokek peyda bibe, geh jî li rewşa malbata xwe difikire û poşmam dibe. Di beşa nehan da Rehîmê Vartoyî ku Seherê ji xwe ra dibe, tê şayesandin. Di beşa dehan da, li odeyek otêlê rastê kesek bê nav û nişan tê ku gazind ji civaka rojîparêz dike. Ew kes di beşa yazdehan de kerxaneyê pê dide nasîn.

Di beşa duwazdehan da êdî Şem û Rehîm hev nasîne, bi hinek awayên wek lîstikan gotin di ber hev û ser hev ra kirine. Di beşa sêzdehan da behsa ku Şem ji zarokên gundê xwe tîmek lîstika futbolê avakiriye tê kirin. Romana “Şeşaqil” di her beşî da lîstikan dihewîne lê li vê beşê êdî rasterast vegotin li dora têgiha lîstikê diçe û tê. Ji beşa çardehan bi şûn de Zîwer, hevalê Şem ê lîseyê wek karakterê alîkar û helbestvan dikeve nava lîstikê û nava romanê. Di beşa pazdehan da, bi teklîfa bavê a ku dê xanîyek jê ra li Vartoyê ava bike Şem dev ji tîma zarokan ber dide û ji gund diçe. Piranîya romanê, ji vir pê da gelek mijarên polîtîk wek qedexeya li ser zimanê kurdî, darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê û têkiliyên kesên polîtîk bi esnaf û derdora xelkê navçê ra bi awayê çîrokî û lîstîkên di mejî da têne pêşkêş kirin. Wek mînak roman navê xwe ji rexneyên Zîwer ên li Şemî wiha digire:

“Piştî şekirê nebat avêt devê xwe, çay fir kir. Got: Tu bi qîma xwe yî, çi dikî bike lê ji kerema xwe li ser qerarekî be!

Min got: Merû dibêjin qey ez û tu, em her yek ji welatekî ecnebî ne ku cara pêşî ye navê wan welatan tê bihîstin!

Çawa?

Tu çi dibêjî yek carî dibêjî, rêyekî didî ber xwe û dimeşî, min dixwest ez jî wisa bama.

Ji qalikê xwe derê, heya niha çi bû çû, ji bîr ke, bavê min dibêje mal mal e jî merû rojê carekê paqij dike, bihêle bila çûçikên di hişê te da bifirin, nehêle ew di hişê te da hêlînan çê bikin!

Kenîyam. Pê re jî kûr de çûm; çi çivîk dihat di hişê min de hêlîn çêdikir û heya wê esnayê kêm gotinan bi qasî gotinên Zîwer ên dawî, ez sews kiribûm! Min gotê, ‘meseleya te got, ji bo merivên “şeşaqil” tê gotin, qebûl dikim ez jî “şeşaqil” im, rojê çendî û çend fikir têne min; şeşaqil im, şeşwelat im, şeşrê me, şeşdil im, şeşsed û şêst û şeş awayî şikil û xeyalan im… niha ez nizanim ev aqilê çima li hember dilê min ew qas bêdeng dimîne…” Romana ku li dora têgiha lîstikê tê honandin bi vê paragrafa lîstikî bi dawî dibe:

“Her tişt amade bû. Pişta me li qendîlê bû. Seherê bi şelt, sivnik û tilîyên xwe gelek şikil çêkirin. Dor hatibû Gulsorê, wê dans kir…”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê