18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hê hejmareke zêde ji artêşa Iraqê di Şengalê de ne’

Di 18’ê nîsanê de bi awayekî plankirî hikumeta Iraqê êrîşî ser Asayîşa Şengalê kiribû û ji wê rojê ve jî êrîşên xwe domandin. Ev êrîş bi alikariya PDK’ê û Tirkiyeyê pêk dihatin. PDK-Tirkiyeyê xwestin vê carê bi tirsandinê, Şengalê vala bikin. Ji destpêka êrişên li ser Şengalê ve, ragihandinên PDK’ê bi israr rastî berovajî dikir û dixwestin Şengalê vala bikin. Herî dawiya di encama hevdîtinan de hikumeta Iraqê û Rêveberiya Xweser a Şengalê li hev dû kirin.

Der barê rewşa dawî ya Şengalê de yek ji Fermandarên Asayîşa Êzdîxanê Xalid Xidir bi ROJNEWS’ê re axivî û diyar kir ku hîn hejmareke zêde ya leşkerên Iraqê di nava Şengalê de ne û got ku divê gel li hemberî tevahî planan baldar bin.

Xalid Xidir diyar kir ku hikûmeta Iraqê naxwaze ku gel ji Şengalê derkeve û Şengal vala bimîne, ji ber ev yek jê re şermek mezine û wiha got: “Ger ku gel Şengalê ji ber êrişên artêşa Iraqê Şengalê berde ji hikûmeta Iraqê re şermek mezine. Ji ber ku di fermanê de gel ji ber êrişên DAIŞ’ê ji Şengalê derketin, valakirina Şengalê ya niha jî dihat wateya ku dê tu ferqa artêşa hikumeta Kazimî ji ya DAIŞ’ê nemaba. Ji bo wê ew qas hewil dan ku gel vegere ji bo rûreş nebe. Lê rastiyeke artêşa hikûmeta Kazimî niha hevkarê dewleta tirk û PDK’ê ye û tevî hewildanên me yên şer dan rawestandinê jî ji ber sedema wan şehîdên hêzên me çêbûn. Her wiha ji gel jî hin birîndar hebûn û ji ber vê jî gel hewldan ku Şengalê vala bikin. Divê artêşa Iraqê daxwazên gelê Şengalê rast bixwîne û neyê listoka xêrnexwazan. Divê ji bo gel bibe alîkar û ji bo hêza ewlehiya Êzdîxanê bihêz bike, divê ked bide. Ne hewla tinekirina wan bide.”

Xalid Xidir destnîşan kir ku divê bê zanîn hikûmeta Iraqê daxwazên gel nepejirandine û wiha dewam kir: “Divê civaka me bizane ku tevî ku artêşa hikûmeta Kazimî êrişî vîna me kiriye, lê hîna riyek ya çareseriyê nedaniye. Hîn hêzên wê di nava gund û bajaran de ye. Ev yek şaş e û divê ev hêzên leşkerî di nava gundan de derkevin. Erka wan parastina sînor û parastina tevahiya Iraqê ye. Erka wan ne li beramberî hêzên parastina Şengalê şerkirine. Weke asayîşa Êzdîxanê em bi vîna gel hatine avakirin û girêdayî Meclisa Xweseriya Şengalê ne, ji bo parastina gelê xwe em hene û ev 7 sal in jî em wiha tevgeriyane. Ji vir şun de jî em ê wiha tev bigerin.”

Xalid Xidir bal kişand ser êrişa artêşa Iraqê ya li ser Dugurê û Sinûnê û wiha pêde çû: “Artêşa hikûmeta Kazimî bi tank, top û balefiran êrişê me kir, ev xeletiyeke mezin e. Hêza ku artêşa Iraqê êrişê wê kir ew hêze ku bi sedan şehîd di ber axa Şengal û bi giştî Iraqê de daye. Ger ne ji Hêzên Parastina Şengalê bûya niha DAIŞ li ser vê axê bû. Artêşa Iraqê nedikarî gava xwe bavêje ser vê axê. Weke zarokên vê civakê ji bo ku civaka me bi ferman û koçberiyan re rû bi rû nemînin em ê hertim parastina gelê xwe bikin. Kî êrişî civaka me bike, weke asayişa Êzidxanê em ê hertim li berxwe bidin û rê nedin ku destkeftiyên civaka me tine bibin.”

Xalid Xidir di dawiya axaftina xwe bang li civaka Şengalê kir û wiha got: “Hîn hejmareke zêde hêzên artêşa Iraqê di nava Şengalê de ne û hîn lihevkirineke li ser pejirandina daxwazên gel nehatiye kirin. Ji bo wê divê gel li hember tevahî pilana baldar be. Bila civaka me baş bizane ger ku êrişek çêbibe em wê parastina xwe bikin. Em ê çekên xwe daneynin. Ji bo parastina ax û baweriya xwe em ê heya dawiyê li hember planan têbikoşin.”