4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fermana 75’an li ser kar e

Nivîskarê Rojnameya Welat Ahmet Aktaş, di nivîsa vê hefteyê de bal kişand ser plan û lîstikên li ser şengal û êzidiyan tên kirin. Aktaş, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Fermana 75’an li ser kar e” de balê dikişîne ser plana nû ya li dijî êzidiyan.

Nivisa Nivîskarê Welat Ahmet Aktaş a bi sernavê “Fermana 75’an li ser kar e” wiha ye:

“Biryara vê fermanê, di 9’ê Cotmeha 2020’î de hate standin. Ev biryar bi çavdêriya nûnerên DYA û YN an ên Iraqê pêkhat. Ji aliyê van nûnerên navdewletî ve, karê birêvebirina vê fermanê dan ser milên rêveberiyên Bexdayê (M.Kazimî), Enqerê (R.Erdogan) û Erbîlê (hersê Berzanî; Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan)! Lê heke mirov vegere wan hemû (74) fermanên ku pêk hatine û lêkolînê li ser bike, ew ê biçe dîrokek kûr û dûr a kevnar û qedîm.

Tê zanîn ku welatê me, xaka despêka civak lê bi cih û war bûye û dest bi pekvejiyana wekhev a civakî kiriye. Bi kurtayî dikare were gotin ku despêka jiyana mirovahî ya xwecih bûnê ye û dergûşa mirovahiyê ye.

Belê dîsa tê zanîn ku di nava civakê de çînayetî, serdestî û bindestî despê dike û bi avakirina dewleta serdestan re, ew  jiyana wekhev a civakî xera dibe. Em zêde di nava dîrokê de neçin, dûr nekevin û werin bi îro ve girê bidin.

Hema kurt cewherî mirov dikare bêje, ew civaka bindest, li dijî pergala dewleta zilmê serî hildide û heta roja îro tê, nûneriya wê ya dîrokî, li gel kêm û zêdayiyên xwe, niha yê ku dide meşandin; ev civaka me ya êzidî ye.

Jiber ku serê xwe ne tewandiye, 74 ferman bi ser de hatiye. E ha bi bingehîn sedema ewqas êrîşên navdewletî, herêmî û xiyaneta kurdistanî têne ser wan ev e.

Her wiha sedema ku nikare were şikandin an jî bi bingehîn nayê hilweşandin; ji ber ku xwedanê serpêhatî, bawerî, bi giştî xwedanê çanda ewqas kevnar a mirovahiya xurt a dîrokêk dirêj û kevnar e, lewma dikaribû heta roja îro xwe li himber hemû êrîşan ragire û bijî.

Lê bêlê ew fermana dawî ya 74’an a bi navê DAIŞ’ê hatibû amade kirin û hate birêvebirin, diyar e armanc ew bû ku vê fermanê bikin a dawî û bi giştî kok û reha dîrokî ya vê civakê bibirin û bi tevahî qîra vê olê û gelê Kurdistanê bînin. Ji ber ku ji fermanên berê, xedartir û dijwartir bû.

Li vira xala giring û divê zelal were zanîn jî ev e ku gelo kê pêşî li vê fermanê girt da ku nikaribe bigihê armanca xwe?

Dema di 3’ê tebaxa 2014’an de, êrîşa vê fermanê bi navê DAIŞ’ê despêkir, hêzên têkoşer û canfedayên Tevgêra Azadiya Kurdistanê YPG û HPG, bi lezgînî çûn hewara gelê me êzîdî yên Şingalê! Bi dehan şehîd dan, da ku karibin gelê me yê êzidî ji komkujî û qirkirina temamî rizgar bikin.

Van qehremanên pêşeng, ne bi tenê êrîşa DAIŞ’ê şikand û gelê me ji armanca malxerab a vê Fermana 74’an rizgar kir, belê di van 8 salên derbas bûyî de, ji bo gelê me ye li Şingalê, bibe xwedanê rêveberiyek nû ya hemdemî, di derbarê perwerde kirinê de alîkariyek mezin û bi rûmet jî kirin.

Ji hêzên çekdarî; mîna YBŞ, YJŞ, Asayiş û heta yên siyasî; mîna Meclisa Xweseriya Demokratiya Şingalê (MXDŞ), PADÊ û hemû saziyên civakî yên jinan, ciwanan, aborî, kişawerzî, wêjeyî, hunermendî, çapemenî, spor û  hwd.ava kirin. Di encama van kar û xebatên bi rûmet ên mirovahî û neteweyî de, gelê me êzidî yên Şingalê, ji bo bi giştî civaka xwe bide meşandin; Rêveberiya Xweser a Şingalê ava kirin.

Bêgûman, neyarên Tevgêra Azadiya Kurdistanê, ev pergala resen a rêveberiya xweser û demokratî ya xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk ne pejirandin û ji roja despêkê de heta niha, ji bo vê pergalê hilweşînin, bi her şêwazan plan û provakasyonên dijî mirovahiyê êrîş birin ser gelê me yê Şingalê.

Bi van êrîşan ve, gelek rêveberên gelê me yê êzîdî yên weke Zekî, Zagros, Bêrîvan, Seid, Dijwar û bi dehan lehengên wisa şehîd xistin.

Di encamê de dewlet û hêzên bi rêya DAIŞ’ê negihiştin vê armanca xwe, niha ew bixwe û bi hêzên xwe yên leşkerî/çekdarî, yekser daketin qadê û êrîşên qirkerî dibin ser gelê me yê êzîdî û xaka pîroz; Şingala dîrokî ya gelê Kurdistanê. Hilbet bêyî alîkariya xiyaneta rêveberên Erbîlê nikarin gavê bi pêş ve bavêjin, hemû hêviya wan bi tenê xiyanet e!

Dixwazin karê ku DAÎŞ’a Ebubekir Bexdadî nîvço hiştiye, îja DAIŞ’a nû ya M.Kazimî, R.Erdoganî û 3 Berzanî hewl didin ku temam bikin. Dikarin nevê DAÎŞ (Dewle Islami Iraq Şam)’ê jî biguhezin bikin (Dewlet Islamî Bexda, Erbil, Şam, Enqere) DIBEŞE! Ew fermana 74 bû, ev jî dibe Fermana 75’an!

Lê belê çawa 74 fermanên wan zaliman bi ser neketin, ev fermana 75’an jî ew ê nikaribe bi ser keve. Her wiha, divê gelê Kurdistanê bi giştî, vê êrîşê, weke êrîşa li ser hemû rûmet û destkeftiyên Kurdistanê bibîne û hîn bi xurtî rabe ser piyan, ew ê di demek hîn nêz de, vê êrîşa wan a li ser Kurdistanê ji wan re bike qebristan û dawiyê li fermanan jî bîne!”