18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê 6 mehên din hevdîtin li Ocalan qedexe kir

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de girtî ye, zêdeyî salekê ye bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Parêzerên Ocalan agahî dan Ajansa Mezopotamyayê û diyar kirin ku dadgehê 6 meh cezayên din li Ocalan birîye.

Hêj qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan bi dawî nebû, dadgehê dîsa cezayê 6 mehan ê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan birîn. Dema qedeya hevdîtina bi parêzeran re di 22’yê nîsanê de bi dawî bûbû. Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re di 29’ê nîsanê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Ev daxwaza parêzeran ji hêla dadgeriyê ve hat redkirin. Dadgeriyê di sedema redkirinê de diyar kir ku di 13’ê nîsanê de 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan hatiye birîn. Dadgeriyê derheqê sedema qedexeyê de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.

Biryara qedexeya behsa wê tê kirin, di 22’yê nîsanê de bêyî ku parêzer bên agahdarkirin teqez bûbû. Parêzeran jî li dijî vê biryarê di 6’ê gulanê de li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê îtîraz kir.

Çi bûbû?

Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’an de ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû Ocalan. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi miwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî bersivandina vê serlêdanê parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 12’ê cotmehê de hatibû dayîn, di 22’yê nîsanê de bi dawî bû. Li ser vê yekê parêzeran bi mebesta hevdîtinê gelek caran serlêdan kirin. Lê tu bersiv nehatin dayîn. Parêzeran vêcarê jî di 29’ê nîsanê de bi daxwaza hevdîtinê dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê axivîbû 

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara sala 2021’an de bi birayê xwe re li ser telefonê hevdîtin kir. Lê axaftin di nîviyê de hatibû qutkirin. Her wiha parêzerên Ocalan jî herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.

Cezayê dîsîplînê yê 3 mehan

Di heman demê de Serokatiya Lijneya Disiplînê di 3’yê sibata 2022’yan de cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan dabû Ocalan û ev biryar di 21’ê sibatê de teqez bûbû. Ji bo ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina bi malbata re bên rakirin û hevdîtin çêbibin, parêzerên Ocalan di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî ku ev serlêdan hatiye redkirin parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan hatiye dayîn.