15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ruhê Xwebûnê: Xalit Begê Cibirî

Eliyê kurê Mele Evdirehman bi lez û bez xwe avêt mala Xalit begê. Xalit beg dema derî vekir, ji tirsa çavên Elî fêm kir ku xetereyek heye. Bêhna Elî çikiyabû. Nikarîbû bêhna xwe bigire û berde. Elî dixwest wê xetereyê ji şêniya malê re bibêje. Lê divê hinekî bêhna xwe vekira. Xalit beg tasek ev tije kir û da Elî. Elî hê av venexwaribû deriyê mala Xalit begê hat şikandin û celsekî leşker ket hundir. Xalit begê xwe avêt sîleha xwe lê dereng tevgeriyabû. Xalit begê li ber xwe da, lê hejmara leşkeran pir zêdebûn. Di vê gengeşiyê de Elî jî birîndar bû, Xalit beg hat desteserkirin. Bi darê zorê li erebeya leşkerî siwar kirin û berê wî dan bajarê Bedlîsê.

“Di berbanga rojê de, di sar û seqema serhedê de, rêwîtiya destkelepçekirî, nîşaneya rewşa awarte diyar dikir. Ev dihat wê wateyê ku dê hemleyên mezin çêbibin. Eger Şêx Seîd û hevalên din jî hatibin girtin, xetere mezin e, lê nehatibin girtin tevgera me dê biçe serî…Ev li aliyekî, gelo Elî çawa bû, di mal de rewşa wî xirab dixuya û ji xwe çûbû? Hêvî dikim tiştek pê nehatibe, hê pir ciwan e.” Xalit begê bi van fikaran ketibû rêya zindana Bedlîsê. Di cama erebê re li derve mêzekir. Her der mij û dûman bû, çavan çav nedidît. Xalit beg bi şev jî ranezabû, xewa wî dihat. Lê paşiya erebê gelek sar bû, jixwe pirs û fikirên di serê wî de nedihişt di xewre here. Lê çavên wî hêdî hêdî dihatin girtin. Dema çavên wî dihatin girtin, jiyana wî jî weke filmeke sinemayê di ber çavên wî re derbas dibû. Dê û bavê wî, hevalên wî yên zaroktiyê, Gimgim a ku ax û welatê wî ya pîroz bû, yek bi yek dihat ber çavan. Ev rêya navbêra Erzirom û Bedlîsê nêzî heft-heşt saetan bû; lê bi wan xewn û xeyelan, bi wan fikr û ramanan, ev rê dê biba hefteyek, salek û emrek…

Erê, Xalit Begê Cibirî, di zivistana sala 1882’yan de li navçeya Gimgima Mûşê tê dinê. Berbangeke sar û seqem, mij û duman a di meha berfambarê de rêwîtiya wî ya li dinê destpê dike. Wekî rêwîtiya wî ya girtinê. Te digot qey rêwîtiya destpêka jiyanê û ya ber bi dawiya jiyanê wekî hev in. Te digot qey nehatiye û neçûye û qet ne jiyaye. Ha jiyaneke çil û sê sal, ha rojeke emirî. Çawa derbas bûye, çawa çûye ji emrê wî û mîna di heman rojê de qediya be.

Xalit beg, hê di zaroktiya xwe de wêrek û zîrek bû. Di nav zarokên eşîra xwe û herêmê de zarokek cuda û bijarte bû. Hêj di zaroktiya xwe de bi bavê xwe Mahmut begê reîsê eşîra Cibirî re diçû meclis û civatan. Dibû guhdarê mezin û zanayan. Mahmut beg dixwest ku dema kurê wî Xalit mezin bû, di tu mijaran de nekeve kêmasiyan û jîr û jêhatî be. Ji ber vê jî hem bi xwe re digerand hem jî dida xwendinê. Lewre Xalit beg li gel perwerdeya dibistanê, ezmûna jiyanê jî digirt. Di dibistanê de jî hem bi zîrektiya xwe hem jî bi tevgera xwe bal dikişand ser xwe. Di dibistana efser/subay a osmanî de ji bilî wî kurd tune bûn. Lewre divê bi her liv û tevgera xwe esaleta kurdîtiyê bida nîşandan.

Dema Xalitê ciwan dibistana efseriyê qedand, wek efserek ciwan li Filistînê dest bi peywirê kir. Zêde dem derbas nebibû şerê cîhanê yê yekem jî dest pê kir. Li her derê şereke dijwar diqewimî. Li gelek bajaran gel xwe bi xwe rêxistin dikir û li ber xwe dida. Di nav bajarên kurdan de jî berxwedana li dijî rûsan hebû. Dema şerê cîhanê hat astekê hesab û peymanên qirêj çêbun; Xalit begê jî xwe ji peywira subayitiyê paşve kişand û vegeriya Gimgimê. Li hêla Muşê derbasî ser artêşa ku ji eşîra wî pêk dihat, bû. Bi sê artêşên xwe li dijî rûsan şer kir. Wêrektiya fermandariya wî deng vedabû. Li her derê navê wî dihat gotin û wekî efsaneyekî li bajar, çiya û qadên şer digeriya. Ji bo vê yekê rêvebirên hikûmeta Enqerê, rutbeya mîralaytiyê dan Xalit begê Cibrî û xwestin têkiliyên xwe bi Xalit beg re xurt bikin. Êdî ew, Mîralay Xalit Begê Cibirî bû.

Mîralay Xalit beg, di şerê Rizgariya Tirkiyeyê de li dijî hikûmeta osmaniyan, li gel Mustafa Kemal cih digre û ji bo statuya kurdên Bakur, damezirandina komara Tirkiyeyê girîng dibîne. Di serî de divê temsîliyeta kurdan li meclisê çêbiba, dû re divê pêngavên din bihatana avêtin. Heta sala 1918’an jî navbera Xalit beg û hikûmeta Enqerê baş bû. Xalit beg siyasetmedariya xwe jî dabû ispatkirin. Ew jî hem ji bo kurdan firsendek baş bû hem jî ji bo hikûmeta nû zêr û ziv bû. Lê dema serhildana Koçgiriyê destpê kir rengê hikûmetê guherî. A rast, cewhera xwe û rastiya xwe dan der. Hikûmet, bi tundî diçû ser kurdan. Li aliyekî dixwaze “kurdên xwe” çêbike; li aliyê din jî kurdên ku xwebûnê dixwazin, qetil dike. Li ser van bûyeran Xalit beg polîtîkayên qirêj fêm dike û careke din vedigere Gimgimê. Bi çend mezinên eşîrê re, heval û hogirên xwe re tê ba hev. Bi saetan, bi rojan nîqaş dikin. Herî dawiyê biryara serhildaneke mezin digrin. Lê divê ne bi awayeke lez û bez; hêdî hêdî û li ser bingeheke zexm û xurt xebata rêxistinê bê kirin.

Di demek nêz de Xalit beg, Ûsif Ziya beg, mele Evdirehman û çend hevalên din ên navdar, dest bi xebatan dikin. Xebatên xwe bi veşartî dikirin ku hikûmeta Enqerê hişyar nebe û pêşiyê li tevgerê negre. Her wiha Ûsif Ziya beg û mele Evdirehman li ser xeta Amed-Elezîz-Çewligê xebat dan destpêkirin; Xalit beg û çend hevalên wî jî li Serhedê di nav xebatan de bûn. Hema hema di her bajar û navçeyan de bi gel re hatin ba hev û çarenûsa pirsgirêka kurdan nîqaş kirin; fikir, raman û pêşniyaran berhev kirin. Xalit begê jî bi taybetî li ser yekitî û hevgirtina elewî û suniyan xebatan dimeşand. Dema xebatên herêman hatin astekê êdî nav û navenda xebatê jî diyar bû. Her wiha di civîna dawiyê de navê tevgerê wek “Rêxistina Azadiyê”; navenda tevgerê jî bajarê Erziromê hat qebûlkirin. (Sala 1920) Ev rêxistin, hîna xwe aşkera nekiribû, veşartî xebatên xwe didomand. Lê hikûmeta Enqereyê ketibû ferqa tevgerê. Li ser şik û gumanan, gazî Xalit Begê kirin. Rutbeya ku dabûnê jê girtin û peywira wî rawestandin. Lê bi xwe jî pir baş zanîbûn ku pile û rutbeyên herî mezin gel dabû Xalit Begê.

Di dawiya sala 1923’yan de Rêxistina Azadiyê êdî di her bajarî de xwe rêxistin kiribû. Heta zavayê Xalit Begê Şêx Seîd jî li gelek bajaran, li ser navê rêxistinê civîn çêdikir û rol û mîsyona xwe bicih dianî. Di sala 1924’an de hikûmeta Enqereyê telgraf dişîne ji Xalit begê re û dixwaze peymanan çêbike. Lê Xalit beg lîstika wan baş zanîbû û ji ber vê jî tu rutbe, pile û nîşeneyan qebûl nekir. Di destê hikûmetê de ji bo serhildanê delîlên fermî tunebûn. Lê di ferqê de bûn ku şerekî dijwar dê biqewime. Lewre hemleyên pêşîgirtina serhildanê tiştekî jêveneger bû. Her wiha bi operasyoneke taybet xwestin hemû pêşengên vê tevgerê desteser bikin. Demildest plansaziyên xwe çêkirin û di 20’ê berfambara 1924‘an de li Erziromê bi operasyona berbangekê Xalit beg û çend hevalên wî girtin. Qet li Erziromê nedan rawestandin û berê wan dan Bedlîsê.

Erê, rêwîtiya navbera Erzirom û Bedlîsê qediya bû. Dema erebe sekinî, Xalit beg bi ser xwe ve hat. Filmê sinemayê ji ber çavan çû. Deriyê erebê vebû û Xalit beg bi sekneke wêrekî ji erebê peya bû. Dema ket menzela zindanê dît ku rêhevalên wî Ûsiv Ziya beg, Elî Riza beg, Faîk beg û mele Evdirehman jî li wir in. Hevdû bi rûkenî hembêz kirin û çîrokên desteserkirinên xwe ji hev re vegotin. Xalit beg qet behsa birîndarbûyîna kurê Mele Evdirehman û Eli nekir, nexwest xemginî çêbibe. Wê çi biba? Hikûmet dê tevdîreke çawa bigirta gelo? Şêx Seîd û hevalên din dê bi ser biketibana gelo? Xalit beg, di ferqa her tiştê de bû. Bi dilrehetî û bi rûkenî ji hevalên xwe re got: “ hevalno, dema me dest bi vê xebatê kir, mirin jî tê de me her tişt dabû ber çavan. Ev hikûmet jî heta me nedalîqîne dê dilê xwe rehet nake. Ji ber ku me xencera azadiyê li ser dilê wan xist. Lê doza azadî û xwebûnê naqede û ew ê bi ser bikeve; zû an jî dereng. Dê mirina me jî bibe alavê agirê vê dozê.” Hema wisa jî bû. Hikûmetê bi angaşta amedekariya serhildanê van lehengan darizand. Dadgeha bêdad û bêhiqûq çend meh berdewam kir, zêde dem derbas nebû li berbanga 14’ê avrêla sala 1925’an de her pênç heval di hewşa zindana Bedlîsê de hatin qetilkirin. Barana biharê jî li ser bedenên wan ê daliqandî de dibariya. Êdî ji wan pakrewanan her yek bibû tovê têkoşîna azadî û xwebûnê.