8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG’ê dronek PDK’ê xist û 3 leşker kuştin

Çalakiyên HPG’iyan ên li dijî leşkerên tirk û pêşmergeyên PDK’ê didome. HPG’ê di çalakiyan de 3 leşkerên tirk kuşt û droneyeke PDK’ê jî xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyanî da û diyar kir ku çalakiyên HPG’iyan ên li dijî artêşa tirk û pêşmergeyên PDK’ê didomin. Li gorî nûçeya RojNewsê HPG’e di daxuyaniyê de anî ziman ku çalakî û berxwedana wan a li dijî artêşa tirk PDK’ê didome. HPG’ê destnîşan kir ku artêşa tirk li dijî Qadên Berxwedanê ku çeperên şer lê ne çekên kîmyewî bi kar tîne û bi vî rengî sûcê şer dike. HPG’ê anî ziman ku di çalakiyan de 3 leşker hatine kuştin û dronek PDK’ê xistine xwarê  û wiha got: “Di 5’ê gulanê saet di 15:15’an de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Harûn, hêzên me ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di 5’ê gulanê saet di 12:00 û 13:30’î de li dijî hêzên li Girê Şehîd Armanc ê li Qada Berxwedanê ya Çiyareş, hêzên me du caran çalakiyên sûîqestê lidar xistin û di encamê de 2 dagirker ceza kirin.

Hêzên me drona PDK’ê xist.

4’ê gulanê saet di 17:30’î de ji baregeha PDK’ê ya li nehiya Bakirman a navçeya Akrê droneyek hate rakirin û ber bi nuqteyên gerîla yên li herêma Garê ve hate şandin. Ev droneya ku ji bo keşfa leşkerî hate şandin ji aliyê hêzên me ve hate xistin.