19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hê jî li Meclisê ji bo kurdî dibêjin X an jî zimanê nayê zanîn’

Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan ku li Lijneya Giştî ya Meclisê tên kirin, li ser budçeya saziyên girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî didome. Di tura 3’yemîn a Lijneya Giştî de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr têkildarî Saziya Zimanê Tirkî û Saziya Dîroka Kurdî axivî.

‘Bêtehemûlya li dijî zimanê kurdî’

Nûran Îmîr diyar kir ku yek ji mezintirîn pirsgirêkên Tirkiyeyê pirsgirêka zimanê dayikê ye û wiha got: “Welatekî wisa bifikirin ku axaftina kurdekî ya bi zimanê kurdî weke sûc tê dîtin. Ji pergala perwerdeyê bigire heta qadên nava jiyanê û meclisê, li her deverê kurdî rastî qedexeyan tê. Binêrin, du roj berê hevalekî me dema bi kurdî diaxiviya, mîkrofona wî hate girtin û axaftina wî birîn. Qaşo ji bilî tirkî bi tu zimanên din li Meclisê nayê axaftin. Ji Serokkomara Komara Almanyaya Federe bigire heta Serokê DYA’yê Obama, Şîmon Peres û çendek nûnerên welatên din, li ser vê kursiyê bi zimanên xwe axivîn. Lê axaftina tu yek ji wan nehat qutkirin û di girtekan de weke X an jî ‘zimanê nayê zanîn’ nehat nivîsandin. Lê dema mijara behsa xeberê dibe kurdî, mîkrofon tên girtin û di girtekan de X an jî zimanê nayê zanîn tê nivîsandin. Gelo heke ev hiqûqa dijminatiyê nebe wê demê çi ye? Heke ev bêtehemûliya li dijî kurdî nebe wê demê çi ye?”

‘Divê perwerdeya kurdî bi qanûnan were misogerkirin’

Bi domdarî Îmîr bi bîr xist ku Swîsreyê ji bo ku nivîsên fermî bi kurdî werin nivîsandin qanûnek derxistiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê 30 milyon kurd dijîn lê axaftina parlamenterê kurd a li Meclisê tê birîn. Nêrîna yên ku dibêjin pirsgirêka me kurdan û kurdî re nîne di esasê xwe X anku zimanê nayê zanîn e. Platforma Zimanê Kurdî par serî li Saziya Zimanê Tirkî da ku li Amedê nûnertiya Saziya Zimanê Kurdî were vekirin, Sempozyuma Zimanê Kurdî ya Navneteweyî bê lidarxistin û ferheneke Kurdî-Tirkî were weşandin. Saziya Zimanê Tirkî jî di bersiva xwe de got ku di sala 2014’an de ferheng çap kirine. Divê êdî hûn fêm bikin û qebûl bikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê bi çapkirina ferhengekê , bi dersa bijarte û TRT Şeşê çareser nabe. Zarokên kurd ji mafê xwe yê herî bingehîn ê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar tên hiştin. Divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi makeqanûnê were mîsogerkirin.

‘Mamoste li benda tayînê ne ’

Di berdewamê de Îmîr da zanîn ku li gel ku dersa bijarte ya kurdî ji sala 2012’an heta niha di mufredatê de heye jî, li dibistanan tune ye û wiha domand: “Dema xwendekar vê dersê hildibijêrin, an bi hinceta tunebûna polan an jî bi hinceta ku mamosteyên zimanê kurdî tune ne nayên dayîn. Desthilatdariya we salê tenê kadroyê dide 3 mamosteyên zimanê kurdî. Li hêla din bi hezaran namzetên ji beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mezûn bûne li benda tayîna xwe ne. Desthilatdariya we hema hema tevahiya saziyên ziman û çandê yên kurdî girt. Hewl da zimanê kurdî di qada cemaweriyê de bi temamî li derve bihêle û navên kolan û parkan guherand. Melayên ku xutbe bi kurdî didan hatin girtin. Ji ber ku di girtîgehê stranên kurdî striyan e, derheqê Leyla Guven û rêhevalên wê de lêpirsîn hat destpêkirin. Li Stenbolê bi hinceta ku melodiya zirnayê bi kurdî ye, zirnevan hate binçavkirin.”

Di sedsakla nû de jin

Îmîr, got ku afirînerên ziman û çandê jin in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji sedema êrişên li dijî jinan ew e ku yên ziman û çandê derbasî nifşên nû dikin, jin in. Desthilatdarî bi taybet jî li ser çanda kurdî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne û hewl dide çanda civaka me dejenere bike. Lewma li her qadê êrişî jinên têkoşer dike. Wan binçav dike, digire û zextê lê dike. Em jin, dê di her şert û mercan de xwedî li hebûn, ziman û qadên xwe yên jiyanê derkevin. Sedsala nû dê bi sedsaleke wisa ku em birêve bibin û rengê me yê jiyanê lê diyarker be. HDP, hêvî û berxwedan e, navê jiyanê û deng û nefefsa jinan, ciwanan, kedkaran û hemû gelan e. Em li vir in. Em ji vir in. Em bi hev re bihêz in. Em ê teqez bi ser kevin.”