17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Çînê: Serdemeke nû ji bo têkiliyên bi Ereban re vedibe

Hêjayî gotinê ye ku serokê Çînê roja çarşemê di serdaneke fermî de ku wê heta roja înê bidome, gihişte Qraliyeta Erebistana Siûdî

Îro Welîehdê Erebistana Siûdî, Prens Mihemed Bin Selman, li Dîwana Qraliyetê pêşwaziya Serokê Çînê Xi Jinping kir. Xi Jinping da zanîn ku serdana wî ya bo Erebistana Siûdî serdemeke nû ji bo peywendiyên bi cîhana erebî re vedike û teqez kir ku cîhana erebî endamekî girîng di rêza welatên pêşkeftî de ye.

“Hevkarê herî mezin”

Serokê Çînê Xi Jinping di axaftina xwe ya li gel rojnameya El-Riyad de got ku Çîn mezintirîn hevparê bazirganî yê Civata Hevkarîya Kendavê ye. Her wiha pesnê Erebistana Siûdî da û got ku  Erebistana Siûdî encamên erênî ji bo cihêrengbûna aborî û civakî bi dest xistine. Jinping di axaftina xwe de li ser mijara parastina jîngehê jî dîsa pesnê Siûdiyê da û wiha got: Qralîyetê projeyên girîng wek Rojhilata Navîn a Kesk û Erebistana Siûdî ya kesk dest pê kiriye û teqezî li ser piştevaniya Pekînê kiriye di warê hewlên welatên erebî bo parastina serwerî, serxwebûn û yekperebûna axa xwe.

Hêjayî gotinê ye ku serokê Çînê roja çarşemê di serdaneke fermî de ku wê heta roja înê bidome, gihişte Qraliyeta Erebistana Siûdî.