2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tayîp Temel: Desthilat nikare derewan li civakê bike

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, diyar kir ku RTUK û Serokatiya Ragihandinê li dijî heqîqetê bûne navenda dezenformasyonê tevî vê yekê jî desthilat nikare “derewan” li civakê bike.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê Wanê Tayîp Temel, li Lijneya Giştî ya Meclisê, li ser Budçeya sala 2023’yan a Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) axivî. Temel, diyar kir ku desthilatê di her warî de RTUK’ê veguherandiye navenda dezenformasyon û sansurê û wiha got: “Her çavkaniya ji RTUK’ê re hatiye veguhestin bûye çavkaniyek ku veguherîne sansurê, navenda derewan. RTUK ji bo bêdengkirina qenalên mûxalîf, radyo û her şêwe organên medyayê veguheriye amûrekê. Vê hikûmetê hemû Çapemeniya Azad û saziyên çapemeniya alternatîf bêdeng kir.”

Dijminatiya li kurd û Kurdistanê

Temel, bi bîr xist ku saziyên çapemenî û weşanê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) hatine girtin û wiha berdewam kir: “Bi KHK’yên ku bi hewldana darbeyê re wer derxistin, 5 ajansên nûçeyan, 62 rojname, 19 kovar, 34 radyo, 29 qenalên televîzyonê û 25 weşanxane, bi giştî 178 saziyên çapemenî û weşanê hatin girtin. Dijminatiya we ya li dijî kurdan û zimanê kurdî xwe nîşan da ku we dest pê kê bi bêdengkirina weşanên kurdan û sosyalîstan dest pê kir. Rojnameya Azadiya Welat ku yekane rojnameya rojane ya bi kurdî weşanê dikir, piştî bi salan bi biryara hikûmeta AKP’ê hat girtin. Bi sedan malperên muxalîf bi hezar caran hatin astengkirin.”

‘Hûn êdî nikarin derewan li civakê bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Temel, bi lêv kir ku bi qanûna dezenformasyonê çapemenî hedef hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo medyaya dîjîtal bigirin bin kontrola xwe qanûna kontrolkirina medyaya dîjîtal an ku qanûna hûn jê re dibêjin dezenformasyon we derxist. Tevî ku çapemenî ji sedî 90 di bin kontrola desthilata AKP’ê û MHP’ê de ye, manşet ji navendekê tên diyarkirin jî hûn nikarin derewan li civakê bikin. Nikarin vê civakê bi derewên xwe bidin bawerkirin. Helbet sedemekî vê heye. Heqîqet û rastî tu caran li studyoyên luks nagihin civakê. Hûn neçar dimînin ku rojnamevanên tenê kamerayek, trîpotek û pênûsekî wan heye û li Amed, Enqere û Stenbolê nanûzik dixebitin binçav bikin, bigirin û hedef nîşan bidin. Derew û dezenformasyona li studyoyên luks berê xwe dan keda hevalên me yên li kolanên Amed û Wanê li pey heqîqetê digerin. Ez wan rêhevalên xwe yên hemû bedel li ber çavan girtin û ji zilm û gefên we re serî netewandin silav dikim.”

‘Serokatiya ragihandinê bultenên derew diweşîne’

Temel, ê li ser misyona Serokatiya Ragihandinê rawestiya ev tişt gotin: “Navenda Serokatiya Ragihandinê hate avakirin lê ev navend bûye navenda derewan û dezenformasyonê. Belkî kesên nizanin hene, ev navend her hefte dezonformasyonê diweşîne. Bultenên derew diweşîne. Qaşo da derewan aşkere bike. Tenê ez mînakekê bidim, HDP’ê ji bo heqîqeta komkujiya Taksîmê derkeve holê pêşniyaznameya komisyona lêkolînê pêşkeş kir lê nehate qebûlkirin. Di bultena dezenformasyonê de nûçeyeke ku pêşniyaznameyeke wisa nehatiye dayîn derket. An ku rewşeke ku Meclis di nav de ye weke derew, dezenformasyon hate penasekirin.”