28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêj 4 salî bû koçber bû  û di 27 saliya xwe de koça dawî kir

Rojnameger Evîn Buldan di ciwaniya xwe de di encama krîza dil de xatir xwest û da ser riya bêveger. Evîn hevaleke gelekî hestiyar û girêdayî kar û xebata xwe bû. Gelekî ji karê rojnamegeriyê hez dikir. Miroveke fedakar û her dem dev li ken bû. Tu astengiyan nikaribû kenê li ser rûyê  wê veşêre. Evîn gelekî ji wênekêşê hez dikir û herdem bi xwe re digerand. Di rê de her wêne dikişandin.

Evîn gelekî ji zarokan hez dikir. Dibe ku ji ber xerîbiyê be, bi heskirina zarokan şûna hesret û bêrîkirina malbata xwe dadigirt.  Ji xwe wekî piraniya malbatên kurdan xerîbî , koçberî û dûrketina ji şûn û warên xwe wekî qederekê ji zarokatiya Evîn de pê re bûbû heval.

Li Mexmûrê dûrî cih û warê dapîr û bapîrên xwe li xerîbiyê bû. Bi hatina Amedê jî êdî malbat, dost û nasên xwe li pey xwe hiştin û ma bi hesreta dîtina wan.

Evîn Buldan ji zarokatiya xwe de hê 4 salî bû malbata wê ji ber zordariya dewletê neçar bû ku ji Geverê koç bike û biçe başûrê Kurdistanê li kampa Mexmûrê bicih bibe. Evîn zarokatiya xwe di nava şert û mercên zor û zehmet de li kampa Mexmûrê derbas kir.

Evîn Buldan li zanîngeha Selahedîn a Hewlêra başûrê Kurdistanê beşa rojnamegeriyê xwend û di sala 2011’an de hate Amedê û li rojnameya Azadiya Welat dest bi kar kir.

Piştî ku rojnameya Azadiya Welat û bi giştî 15 saziyên çapemeniyê di sala 2016’an de Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ango bi KHK’yê hatin girtin, li şûna wê rojnameya, Rojeva Medyayê dest bi weşanê kir. Evîn Buldan kar û xebatên xwe li wir berdewam kirin. Lê vê carê jî feleka xayîn pêşiya Evînê girt û xeyalên wê nîvco hiştin.

Hevala Evîn hê 27 salî bû, di 2’yê nîsana 2017’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Wekî dibêjin bi rastî jî mirin herdem tal e lê xebera mirina ciwanan di qirka mirov de wekî zilindarê ye û êşeke gelekî cuda ye.

Em hevala Evîn bi heskirin û rêzdarî bibîr tînin û dibêjin bila serê hemû malbat, dost û hevalên wê sax be. Wekî min berê jî ev helbest jê re nivisandibû dîsa vê helbestê diyarî rewanê wê yê pak û xweşik dikim û dîsa dibêjim:

Bêyî te

Wê kulîlkên bihara îsal

Tev bê bîn û bê reng bimînin

Ma wê bi çi rûyî

Û ji kê re xwe bixemilînin?