6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlemendiya herî mezin, ewlemendî ye

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Îro ro em dibînin û dibihîzin ku gelek mirov dixwazin bibin xwediyê tiştên ku ew bi xwe ne xwediyê wan in. Hest, helwest û baweriyeke wisa her kesî ber bi fikar û bêewlehiyê ve dike. Li gel wê, meyl û dilbijîyên sexte, têkiliyên nejidil, piroletiyên medyayê, pêwendiyên sanal (nîgaşî) û xapînok hemû bi hev re tevê mirovahiyê arasteyî jiyaneke tehmsar û bêwate dikin.

Di dem û domaneke wisa de pêdivî ji her demê bêtir bi jiyaneke aram û ewlmend heye. Jiyaneke ewlemend jî tenê bi saya mirovên ewlemend pêkan dibe. Ewlemendî çawaniyeke wisa kêm e û bi hin(dik) kesan re peyde dibe. Belê ew kes ji gelek kesan bêtir bandoreke erênî dihêlin û bi qasî ku jiyana mirov û cîhana mirovahiyê biguherînin xwedan hêz in.

Ewlemendbûn taybetiyeke mirovî ya dilpak e ku bi her mirovî re peyda nabe. Ewlemendbûna mirov rasterê têkildarî dilsozî, dilpakî û duristiyê ye. Hest, raman û baweriyên mirov tenê mirov bi xwe; belê têkiliyên mirov, hem mirov bi xwe û hem jî ji bilî mirov kesên din jî eleqedar dike. Her mirovek sazûmankar, avakar û afirînerê têkiliyê xwe ye jî. Têkilî bi xwe tiştekî dualî ye. Pêkhatina têkiliyekê bi tena serê xwe ne pêkan e. Têkilî herî kêm di navbera du heyînan de pêkan tê. Dibe ku yek ji wan heyînan candar yek ne candar be; dibe ku herdu jî candar an ne candar bin. Belê hevhîkarî, hevbandorkirin û hevkêşa navbera du heyînan têkiliyeke çarenîn pêkan dike. Ew têkilî hem li gor zagonên xwezayê û hem ji di danûstandinên civakî de dibe tiştekî jêneger.
Têkiliyên takekesî û civakî tenê ne bi liv û tevgeran pêk tê, bi hest, hizr û baweriya kesan re jî pêk tê. Ew têkilî çi qas ji dil û can û durist bin ewlehî, ewledarî û ewlemendiya navbera mirovan jî ew qas durist, tebût û sûdewar dibe.

Her çendî ku bi destê mirovan pêk tên jî; di têkiliyên navbera mirovan de hin taybetî dibin sedema xelatkirinê û hin taybetî jî dibin sedema cezakirinê. Xelatkirin jî bi qasî cezakirinê xwe dispêre hin sedemên diyarker. Çawa ku cezakirina mirovan li gor hin tayebetiyên wan dişêwin; hêjahiyên wan jî li gor hin liv û tevgerên wan tên nirxandin. Di jiyana mirovan de gelek tiştên ku li gor ewlehî, rûmet û dilpakiya mirovan teşe digirin hene. Ji van taybetiyan yek jê jî ewlemendî ye. Ewlemendî mertebeya herî payedar û negihîştbar e ku nabe qismetê her kesî. Bi qasî ku ewlemendî ji bo kes û takekesan wekî taybetiyeke rûmetdar û erênî tê dîtîn, ji bo civak û saziyan jî her gav dibe egera rûmetdayîn û serbilindahiyê.
Mirovên ewlemend, ji ber ku bi xwe ewle ne bi mirovên pêşberî xwe jî ewle dibin. Ji ber ku mirovên pêşberî wan jî bi wan ewle dibin ew ji her kesî bêtir di nav ewlehiyê de ne. Mirovên ewlemend ji bo ku bala mirovên din bikşînin ser xwe hewl nadin û pêdiviya wan bi tiştekî wisa nîn e. Belê her gav bi duristbûna xwe balê dikişînin ser xwe. Xwebûna mirovên ewlmend saxlem e. Pêdiviya wan bi ezîtî û xweperestiyê jî nîn e. Taybetiyeke wisa, taybetiya kesên bi xwe ne ewle ne. Derdê kesên ewlemend ne ew e ku mirov ji wan hez bikin. Ji ber ku ew bêgerew ji her kesî hez dikin û ji hêla mirovan ve tên hezkirin, pêdiviya wan bi hezkirineke wisa nîn e. Pêdiviya hezkirineke wisa ji bêewlehî û xweheyraniyê (narsîsîzmê) tê. Mirovên xweperest û xweyranhe her gav dixwazin bandorê li ser mirovên din bikin û wan li gor dilê xwe biguherin.

Mirovên ewlemend û azad her gav dixwazin ew tenê wekî xwe bimînin û kesayetiya xwe ya taybet biparêzin. Ecibandin û ne ecibandina mirovên din ji bo wan zêde ne girîng e. Ew bi rastiya xwe ewle ne û ji bo ku rastiya xwe biparêzin têdikoşin. Bitecrûbe û rastîbîn in. Mirovên rastîbîn zû bi zû nayên xapandin. Ji ber ku rastîbîn in rastiya xwe qet venaşêrin û ji ber vê taybetiya xwe ewlehiyê didin kesên pêşberî xwe. Kesên pêşberî wan hem ji wan piştrast in û hem jî bi wan ewle dibin. Berî her kesî bi xwe re li hev in. Ji ber ku bi xwe re li hev n, bi kesên din re jî li hev in. Pirên mirovan ji ber ku bi xwe re ne li hev in, bi her kesî re şer dikin û her gav di nav lêkdan û pevçûnê de ne.

Mirovên ewlemend, hem tiştên ku dibêjin dikin hem tiştên ku dikin dibêjin. Bi pey xapandin, piroleyê û xwemezinkirinê nakevin. Bi soz û peymana xwe re li hev in. Gotina xwe tînin cî û li ser sozê xwe disekinin. Fîşal û çilwerî bi wan re nîn e. Li gotina xwe xwedî derdikevin. Dibetiya xetereyê û tiştên neyinî naspêrin kesên din; ji ber ku bi xwe ewle ne, her tiştî didin ser xwe.Pêdiviya mirovên ewlemend bi amûr û alavên zêde nîn e. Ew tenê bi amûr û alavên ber destê xwe jiyana xwe didomînin. Qîma xwe bi tiştên ku tenê pêdiviya wan pê heye tînin. Ji ber ku hilberîner û avakar in, ew bi xwe pêdiviyên xwe pêk tînin. Bi jiyana xwe qayil in. Lêçûnên zêde wekî dêrîsê (îsrafê) dihesibînin. Dilxweşî û aramiyê di tiştên sivik û sihêl de dibînin.Bêtir bi dilnizmî û dilpakî nêzîkî mirovan dibin. Zû bi zû ji mirovan naxeyidin. Ne dilamyî û dilgirtî ne. Xweşbîn û bexşîner in. Kîn û kerba wan kêm e. Dilê xwe ji kesên ku qîmetê nade wan nagirin. Zêde ne nefsbiçûk in belê qet ne pozbilind in jî. Ji ber ku bi xwe ewle ne, aliyê xwe yî xurt dernaxin pêş û qet pesnê xwe nadin. Ew bi hêza xwe ewle ne û tu car behsa hêzdariya xwe nakin. Kesên ku pesnê xwe didin, kesên qels û lawaz in.

Kesên ewlemend giran, qahîm û pihêt in. Ji ber ku ew xwe baş nas dikin û bi xwe ewle ne, ne xwe û ne jî kesên pêşberî xwe dixapînin. Bi qasî ku rastîbîn û xweşbîn in ew qas jî pêş bîn in; pêşiya xwe baş dibînin. Çi qas ewlemed bin jî tu car dev ji tedbîr û pêşgiriyê bernadin. Pend û şîretan li kesî nakin. Li ser keda mirovan rûnanên û pê pesnê xwe nadin. Karê ku ew nikarin bikin bi kesî nadin kirin û wan li gor berjewendiyên xwe nadin xebitandin. Tiştê ku ji destê wan tê ew bi xwe dikin. Ji ber ku ew bi hêza xwe dizanin, pêdiviya wan bi pesn û şîretên kesên din nîn e. Bêguman hejmara kesên xwediyê van xislet û taybetiyên hêja û cuda kêm e. Belê pêdiviya mirovahiyê ji her kesî bêtir bi mirovên wiha heye. Ew kesên wisa tenê ne rûmet û serbilindahiya mirovahiyê ne; herwiha hêvî, qinyat û ewlehiya dahatuya mirovahiyê ne jî.
Cudatiya mirovên ewlemend a ji mirovên din bixweewlebûn û bixwerelihevbûn e. Ew her gav xwe wekî mirovên din û mirovên din jî wekî xwe rûmetdar dibînin. Tu cudatiyê naxin navbera xwe û mirovên din. Ew ne xwe ji mirovên din cuda û ne jî mirovên din ji xwe cuda dibînin. Belê her ku tên naskirin, cudatiya wan a ji mirovên din jî tê famkirin. Rastî, duristî û ewledariya wan, ji ber hevgiriya wan e. Ew berî her tiştî bi xwe re li hev in û bi hemû liv û tevgerên xwe re hevgir in.
Lewre; dewlemendiya herî mezin ji bo wan ewlemedî ye.