6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prz. Çinar: Dadgeh polîsan diparêze

Di 15 salên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê polîs û leşkeran maşîneyên zirxî li zêdeyî 50 kesan qelibandin. Polîs û leşkeran di bûyeran de 20 jê zarok herî kêm 50 kes kuştin. Herî dawî li Rihayê Muharrem Aksem ê 16 salî û li Stenbolê jî Erhan Eser ê 23 salî kuştin.

Di van bûyeran de îfadeya polîsên kujer nehatin girtin û gelek jê serbest digerin. Gelek polîs jî piştî serbest hatin darizandin beraet kirin. Herî dawî Dadgeha Amedê polîsê kujer Îdrîs Aksoy ê ku bi maşîna zirxî Efe Tektekîn kuşt beraet kir. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Ceza ya Esliyê ya Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê polîs bê qusûr dît û biryara beraetê da.

‘Di raporan de polîs bi qusûr hat dîtin’

Parêzerê Zarokê 6 salî Efe Tektekîn Sedat Çinar, têkildarî biryara dadgehê axivî û anî ziman ku ew li hemberî vê biryarê gelek matmayî ma û wiha got: “Mirov parêzer be li hemberî vê biryarê gelek matmayî dimîne. Der barê kuştina Efe Tektekîn de 3 rapor derketin. Yek jê li cem dozger bû. Ya duyemîn dadgehê keşif kir. Di keşifê de jî raporek derket. Di rapora duyemin de hat diyar kirin ku qusûra ajokar heye. Lê ne bi qasî qusûra Efe ye.  Piştî wê Saziya Tipê ya Edlî raporek amade kir. Di rapora ATK’ê de jî ajokarê maşîna zirxî bi qusûr dît. Di raporan de Efe weki kesê yekemîn bi qusûr û polîsê ajokar jî wekî kesê duyemîn bi qisûr dît.”

‘Diviya bû polîs bihata cezakirin’

Parêzer Sedat Çinar helwesta dadger rexne kir û wiha axivî: “Beraeta polîs tiştekî balkêş e. Dadger li vir ket şûna kesên zana û pispor. Wekî bêje polîs bê qusûr e û zarok bi qusûr e. Ev tiştekî li diji aqilan e. Çawa zarokekî 5 salî bi temamî bi qusûr çêdibe? Ev li dijî aqilan e.”  Prz. Çinar, destnîşan kir ku di raporan de 9-10 qusûrên polîsan hatine rêzkirin wiha axivi: “Yek dibêje ‘pêl li firênê nekiriye’. Ya din dibêje ‘Ne baldar bû’. Ya dîtir dibêje ‘Çûn û hatinali li ser rê pir zêde bû. Kal û zarok pir diçin û tên teng e. Diviya bû pir baldarbûya’. Di bûyerê de Efe derdikeve pêşiya maşînê. Polîsê ajokar bi maşîne li Efe dixe. Tekerê pêşiyê di ser re diçe. Yê paşiyê jî di ser re diçe û piştre radiweste. “

‘Divê maşîneyên zirxî di nava taxan re necin û neyên’

Prz. Sedat Çinar, bal kişand ser çûn û hatina maşîneyên zirxî ya li taxan û wiha berdewam kir: “Maşineyên zirxi divê di nava taxan û kesên qelebalix re neçin û neyên. Divê maşîneyên mezin di nava kolanên biçûk de negerin. Ev maşina zirxî ji bo mudaxaleyî sûcekî bike derbas nebûye. Ji keyfî di wê kolanê re derbas bûye.”

‘Kuştina zarokan bi zanebûn e’

Mînak di 24’ê Çileya 2022’yan de polîs li Cizirê bi maşîneya zirxî li zarokê bi navê Abdurrahman Dayan ê li ser bîsîklet xist û kuşt. 6 meh berê di serê îlona 2021’an de li Hezexê polîs bi maşîna zirxî li zarokê bi navê Mîraç Miroglu xist. Lê dadgeh wekî bûyerên bi bêhemdî pênase dikin.  Lê mirov nikare ji van bûyeran re bêje bêhemdî. Ev bûyer bi zanebûn û qest in. Ji ber ku polîs dibêje ‘Ez ê di wê kolanê re derbas bibim. Min li henekan qeliband jî tişt nabe.’ Çima? Ji ber ku polîs ceza naxwe. Minak di doza Efe de polîs ceza nexwe gelo dê di kijan dozê de ceza bixwe. 3 rapor hene. Di hersê raporan de tê gotin ku qusûra polîs heye. Qusûr biçûk be ji mezin be ji divê polîs bê cezakirin. Ceza kêm be jî zêde be jî disa divê polîs bê cezakirin. Ya din jî kesên ku van delîlan kom dikin û lêkolîn dikin disa hempîşeyên wan ên polîs in. Delîlan kom nakin. Di kuştina Efe de, maşîna ku Efe kuştiye ji cihê bûyerê diçe. Hêj yekîneya trafîkê û lêkolînê neçûye cihê bûyerê, maşîne ji cihê bûyerê dûr dikeve. Polîsên ku çûne cihê bûyerê li gorî hesabên xwe raporek çêkirine. Tevî ku li gorî hesabê xwe rapor çêkirine jî 9-10 qusûrê polîs rêz kiriye. Lê tevî van qesûran dîsa ceza nekir.”

‘Li gorî zagonan divê dewlet hurmetê nîşanî mafê jiyanê bide’

Prz. Çinar, bal kişand ser xal û zagonên Destura Bingehîn û wiha lê zêde kir: “Di xala 17’emîn a Destura Bingehîn de dibêje ‘Divê dewlet hurmetê nîşanî mafê jiyana mirovan bide û jiyana mirovan biparêze. Divê hurmetê nîşanî mafê jiyanê bide. Dîsa di xala 2’emîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) de dibêje  divê her dewlet hurmetê nîşanî mafê jiyanê bide. Mafê jiyanêpîroz e. Tu mafê jiyanê neparêze, mafê tu tiştî namîne. Tirkiyeyê ev peyman îmze kiriye. Gotiye ezê hurmetê nişanî mafê jiyanêbidim û jiyanê biparêzim.  Dewlet ji karmendê xwe re dibêje nekuje. Her wiha dibêje destûr nede ku bimire. Dîsa dibêje ku mebûrê dewletê sûcdar be divê di lêpirsinê de baldar be. Dema polîs sûcek kir, divê polîsê din lêpirsîna vê yekê neke. Divê kesên serbixwe lêpirsînê bikin. Divê merciyekî din lêpirsînê bike û delîlan kom bike. Li vir sûc û sucdar tên parastin. Li vir yê dikuje jî polîs e, yê delîlan kom dike jî polîs e. Polîs polîsan diparêze.”

‘Tenê polîs polîsan naparêze, dadgeh jî polîsan diparêze’

Prz. Sedat Çinar, herî dawî bal kişand ser helwesta dadgehê ya li dijî polîsan û ev agahî dan: “Di darizandina Efe Tektekîn de hat dîtin ku tenê polîs polîsan naparêze. Me dît ku dadgeh jî polîsan diparêze. Tu carî ew qas bêhurmetî û bêhiqûqieyek mezin çênebûye. Ev buyerek keyfî ye. Ev bûyer nebêhemdî ye. Yên di vê kolanê re derbas bibin kuştina zarokan jî didin ber çavên xwe. Ji ber ku bawer dikin ku nayên cezakirin. Dibêjin ji xwe em çi bikin em nayên cezakirin. Em nayên girtin. Dê karmendiya me betal nabe. Ji ber ku dizanin nayên cezakirin, bûyerên bi vî rengî dê ji niha û şûnde jî berdewam bikin. Tişta ecêb 2 sal berê bapîrê Efe Tektekin Mehmet Tektekîn disa li heman kolanê TOMA’yê lêxist û ew kuşt.”

‘Me serî li dadgeha herêmê da’

Prz. Çinar bal kişand ser hewldanên xweyên hiqûqî û wiha got: “Piştî biryara dadgehê me li Dadgeha Herêmî îtîraz kir. Ku ev jî bi encam nebe em ê serî li Dadgeha Bilind bidin. Ku ev jî bê encam nebe emê bibin Dadgeha Destûra Bingehin û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa. Lê temenê min têre bike ez nizanim.  Di kuştina 2 zarokên li Silopiya de ji dibêjin polîs bê qusûr e. Di kuştina Kemal Kûrkût jî nêzikati yek e. Halê nezakirinê heye. Ku nikaribin sûcê wan veşêrin cezayê herî hindik didin wan. An jî tu carî ceza nakin. Li vir maf tê binpêkirin. Baroya mejî komeleyên mafên mirovan raporan amade dikin. Lê keda me û baro cih negirt. Polîsan beraet kirin. Di bûyera kuştina Efe debi zanebûn heye. Ji xwe bawerî heye û di ve kolanê re derbas dibin. Divê em her tim li ser van meseleyan rawestin. Divê em her tim van bûyeran bibîr bixin. Divê em her tim bînin ziman. Tu demê ew qas bêhiqûqî çênebûye. Divê maşîneyên zirxiî nekevin nava kolanan. Divê tu carî li kolanên biçuk sefere nekin. Divê kolan li maşîneyên zirxî bên qedexekirin. Divê di bûyerên wisa de polîs lêkolîn nekin. Divê dozger bixwe biçin cihê bûyerê. Divê maşina ku sûc kiriye ji cihê bûyerê necin. Divê polîs û dozger di van meseleyan de bên perwerdekirin. “

‘Çima hemû bûyer li bajarê kurdan çê dibin çima li bajarên din çênabin?’

Prz. Çinar herî dawî destnişan kir ku balkêş e hemû bûyer li bajarên kurdan çê dibin û wiha bi dawî kir: “Canê kurdan belaş diçe. Çima ev hemû bûyer li herema me çêdibin. Çima li Yozgar û Uşakê ev bûyer çênabin?”  Ev hemû bûyer li herêma me çêdibin. Li vir pirsgirêk heye. Divê hiqûqnas û komeleyên mafê mirovan û siyaset li ser vî karî rawestin. Divê medya ve yekê ji rojevê dernexin.”