17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku hejmara girtiyên nexweş ku di sala 2007’an de 17 kes bûn îro gihîştiye hezar û 600 kesî û got: “Rêya îtîraza li dijî pergalê di Îmraliyê re derbas dibe.”

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di demêndawî de gihîştiye astek xetere. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ji 1’ê kanûna 2022’an di girtîgehên ku kapasîteya wan 286 hezar û 797 kes e niha 336 hezar û 315 kes tên ragirtin. Li gorî van daneyan niha li girtîgehan 49 hezar û 515 girtî bi ser kapasîteyê re tên ragirtin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hejmara girtiyên nexweş gihîştiye hezar û 600 kesî. Li girtîgehan di salekê de 76 girtî hatine qetilkirin û gelek girtî jî piştî hatine berdan jiyana xwe ji dest dane.  Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser rewşa girtîgehan û tecrîdê.

Di 2022’an de hejmara bû hezar û 600 kes

Turkdogan diyar kir ku di girtîgehan de ji kapasîteya xwe zêdetir girtî hene û wiha got: “Qawîş ango girtîgeh pirr qelebalix in, mafên tenduristiyê yên girtiyan tên binpêkirin. Bi qasî ku me di sala 2007’an de tespît kir, hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê 17 kes bû. Îsal ev hejmar gihîştiye hezar û 600 kesan. Em texmîn dikin ku hejmara rastî 3-4 qat ji hejmara ku em dikarin tespît bikin e. Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê tevî ku protokola ku ji bo mafê tenduristiyê îmze kiriye jî lê bi sedan girtiyên nexweş hene. Astengkirina mafên tenduristiyê dibe sedema mirina girtiyan.”

Helwesta cihêkar a ATK’Ê

Turkdogan destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş bên berdan û Saziya Tiba Edlî (ATK) dest ji helwesta xwe ya cihêkar berde û divê girtî nebin qurbanê helwesta ATK’ê. Turkdogan got wan wek ÎHD’ê ji bo pirsgirêkên bingehîn ên li girtîgehan bên çareserkirin rapor şandine Wezareta Dadê, komîsyonên eleqedar ên li Meclisê, partiyên siyasî û pêwîste ji bo rewşa girtîgehan gav bên avêtin.

Di salekê de 70 goirtiyan jiyana xwe ji dest da

Turkdogan da zanîn ku bi qasî wan tespît kiriye hejmara girtiyên nexweş ku di sala 2022’yan de jiyana xwe ji dest dane ji 70 kesî bihûriye û raste rast binpêkirina mafê jiyanê bandorê li ser mafê tenduristiyê jî dike. Turkdogan daxuyaniay Wezîrê Dadê ya di meha tebaxê de bi bîr xist û got: “Birêz wezîr digot ku ew ê pirsgirêka muayeneya bikelemçekirî çareser bikin û dê qanûna ku berdana girtiyên nexweş temîn bike biguherînin. Ji bo hin bêtir mirov canê xwe ji dest nedin, em li bendê ne ku demildest gav bên avêtin.”

Terîda li îmraliyê li girtîgehên din jî belav bû

Turkdogan anî ziman ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: “Beriya avakirina Girtîgeha Îmraliyê, di destpêka salên 90’î de ceribandinek pêk anîn. Di encama berxwedana girtiyan de dest ji hat berdan. Ev pêvajo di sala 99’an de bi Îmraliyê re dest pê kir. Di salên 2000’î de girtîgehên tîpa F hatin vekirin û ev yek hat berfirehkirin. Di bin navê ‘ewlekariya bilind’ de girtîgehên nû hatin avakirin.”

Rê li ber sepanên kêfî tê vekirin

Turkdogan anî ziman ku divê li dijî rewşa li girtîgehan bê derketin û wiha axivî: “Heke li dijî tecrîda giran ku li Abdullah Ocalan ji ber nasnameya wî ya polîtîk tê sepandin neyê derketin, bêdengî çêbibe, wê ev di nava demê de belavtir bibe û rewşa niha em têde ne wê derkeve holê. Heke li vî welatî qanûn hebin, divê ji bo her kesî bên sepandin. Heke qanûn ne li gorî dilê gel be divê li dijî bê derketin. Em li Girtîgeha Îmraliyê êdî ne guhertina qanûnn em dixwazin qanûn bên sepandin. Dema mijar dibe Girtîgeha Îmraliyê qet nebe mafên di qanûnan de hene bên bikaranîn. Em jî dibêjin lazim e ev maf bê bikaranîn. A rast divê ne em bi tenê, lazim e her kes viya bîne ziman. Heke li vî welatî cihek bi navê girtîgeha Îmraliyê hebe, Abdullah Ocalan û hevalên xwe li wir tên ragirtin, gelo çima nahêlin hevdîtina parêzer û malbatan pêk were? Ev rê li ber sepanên kêfî jî vedike.

Helwesta muxalefetê

Li dijî nesepandina qanûnan û hiqûqê helwesta cihêkar a muxalefetê jî dodidome û ev nayê qebûlkirin. Em bêjin heke parlamenterek CHP’ê di girtîgehê de mehek hevdîtina wî/wê tê qedexekirin. Wê li vî welatî qiyametê rakin. Hema bêje ev 2 sal in tu hevdîtin û pêwendî bi 4 hemwelatiyên vî welatî re nayê kirin. Gelo ev mirov çima vê yekê meraq nakin? Niha rewşa ku pergal gihîştiyê her der bûye tecrîd. Rêya îtîraza li dijî vê pergalê di Îmraiyê re derbas dibe. Divê beriya her tiştî nêzîkatiyek mirovî bê nîşandan. ”

MA / Yusra Batihan