22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê banga xwepêşandanên 19, 20 û 21 Kanûnê hate kirin

Li gorî agahiyên malperên muxalefeta Îranê îro jî xwendekar neçûn dibistanên Tehranê û xwepêşandan li gelek bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam kirin

Serhildana gelê Îranê bi qîrîna dirûşmên bi şev û rêbazên din ên bêîteatiya sivîl berdewam dike û banga xwenîşandana 19, 20 û 21 Kanûnê li bajarên curbicur ên Îranê belav dike.

Dîmenên ku ji taxên curbicur ên Tehranê li ser malperên dijîtal hatine belavkirin, nîşan didin ku duh ango 16’ê Kanûnê, xwepêşandêran dirûşmên “Bimre qatil Xamineyî” û “Bimre dîktator” bilind kirine.

Li gorî wan dîmenan, xwepêşander li taxa Çetker kom bûne û dirûşmên “Me DAIŞ bihîst, lê me Xamineyî dît”, “Ey rêber, gora te amade ye”, “Ey Basîcî, tu DAIŞ’ê me yî”. “û “Azadî, azadî, azadî” hatin bilindkirin.

Di vîdyoyeke din de ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, diyar dibe ku êvara roja Înê 16’ê Kanûnê, xwepêşandêran qaymeqamiya Behrestan a parêzgeha Tehranê ji bo bîranîna Muhsen Şekarî û Mecîd Riza Rehnward şewitandine.

Vîdyoyek din ku ji Iran International re hatiye şandin, nîşan dide ku êvara roja Înê 16’ê Kanûnê, xwepêşandêran ji ser ban û paceyan dirûşmên “Bimre dîktator” û “Îsal sala xwînê ye ku tê de desthilatdariya rêberê olî Elî Xamineyî dikeve.” li Baxistanê, Karacê, bakurê Îranê.

Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê 

Serhildana bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh di roja xwe ya 91’an de dewam kir. Duh li bajarê Dêwlan ê ser bi parêzgeha Sineyê ve Şadman Ehmed ê ji aliyê dewleta Îranê ve hate qetilkirin, bi merasîmekê hate bîranîn. Bi dehan kes tev li merasîmê bûn û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Kurdistan goristana faşîstan’ berz kirin.

Li Merîwanê jinên ciwan bi merasîmekê kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, bi bîr anîn. Li bajarê Êze cenazeyê jina bi navê Sonya Ferhadî ku di xwepêşandanên Zanîngeha Ehwaz de hatibû revandin û piştî 8 rojan li nêzî robarê Karwan cenazeyê wî hatibû dîtin, hate veşartin.

Ji aliyekî din ve jinên xwepêşander li Şahînşehrê li navenda Îranê, pankartek danîne ser pirekê û wiha li ser hatiye nivisandin: “Werin em hişyar bibin” û “Banga 19, 20 û 21ê Kanûnê” ji bo grev û protestoyan bibihîzin.

Li gorî agahiyên malperên muxalefeta Îranê îro jî xwendekar neçûn dibistanên Tehranê û xwepêşandan li gelek bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam kirin.

Ji aliyê din ve 90 mamosteyên zanîngeha zanistên pizîşkî ya Tehranê di nameyekê de ji serokê vê zanîngehê re daxwaza betalkirina pêşnûmeya nû ya reftara dîsîplînî ya xwendekaran kirin û ragihandin ku ev ew rêbaz bûye amûrek ji bo bêdengkirina xwendekaran.