3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara miriyan derket hezar û 651 kesî

Li Mereşê bi pileya 7.8 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhejên li Mereş û Dîlokê bandor li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din kir.  Ji ber erdhejê bi sedan avahî hilweşiyan. Ji ber erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hînê di binê xirbeyê avahiyan de.

Her wiha piştî erdheja saet 04:17’an dubare di saetên nîvroyê de erdhej li Mereş û gelek bajarên din pêk hat. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku erdhejek din saet li 13.24’an bi pileya7.5 pêk hat. Navenda erdhejê wek navçeya Gozpinar a Mereşê hat diyarkirin û 16.4 di bin erdê de pêk hatiye. Erdhej li Enqereyê, Riha, Amed, Meletiyê û Edeneyê jî hat hîskirin û gelek avahî hilweşiyan û xesar gihîşt avahiyan.

Li gor agahiyên herî dawiyê ku ji aliyê cîgirê serokkomar Fûat Oktay ve hatin parvekirinê hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 651 kesan, hejmara birîndara 9 hezar û 733 kesan û 3 hezar û 471 avahî hilweşiyan. Her wiha hat parvekirin ku piştî erdhejên bi pileya bilind nêzî 145 erdhejên peyhatî pêk hatine.