17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz hat girtin

Di saetên sibehê de li Îzmîrê di serdegirtina malan de nûçegîhanme Nazlican Yildiz jî têde gelek kes hatin binçavkirin. Nazlican Yildiz û Ayhan Bakir hatin girtin.

Di saetên serê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser malan de girt. Di encama serdegirtinan de 6 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 2 jê hatin girtin û kar û barên îfadegirtinê yên 4 kesan jî ji bo sibe hate hiştin. Di encama serdegirtinên malan ên di 17’ê cotmehê de li Îzmîrê 16 endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hatibûn binçavkirin û bi hinceta ku di dosyaya wan de delîlên nû hatine bidestxistin, nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz, Rêveberê HDP ê Bajar Mûrat Tûfan û xwendekarên zanîngehê Firat Dîkmen, Mûrat Boztaş, Ayhan Bakir û Baran Tînk hatin binçavkirin.

Ji binçavkiriyan nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz û xwendekarê zanîngehê Ayhan Bakir piştî kar û barên îfadegirtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî kar û barên li cem dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Bi îdiaya îtîrafên du kesan, Nazlican Yildiz û Ayhan Bakir ji hela Dadgeriya Sizayên Giştî ve hatin girtin.

Kar û barê îfadegirtinê ya 4 kesan jî ji bo sibe hatin vehêlandin. Hat zanîn ku Mûrat Boztaş li Şaxa TEM’a Çankayayê, Mûrat Tûfan, Firat Dîkmen û Baran Tînk jî li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê tên ragirtin.

Hewceye bê gotin ku roja ku li Kurdistanê erdhej berdewam dike, li ali din jî dewlet dijminatiya xwe ya li hemberî çapemeniya azad didomîn û wan digre.