28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber zewicandina zarokên keç 2 hezar kes hatin girtin

Li parêzgeha Assam ya Hîndistanê li dijî êrîşkarên zarokên keç operasyonek hate kirin û zêdetirî 2 hezar kes hatin girtin.

Li Bakur û Rojhilatê parêzgeha Assamê ya Hindistanê, li dijî kesên ku zarokên xwe yên keç bi darê zorê dizewicînin an jî bi wan re dizewicin oprerasyonek berfireh hate destpêkirin. Hat diyarkirin ku di operasyonê 2 hezar û 44 kes hatine girtin.

Serokê parêzgeha Assamê Himanta Biswa Sarma, der barê operasyonê de daxuyanî da û ji bo piştgirî bidin operasyonê bang li gel kir. Himanta Biswa Sarma, diyar kir ku li parêzgehê zêdetirî 4 hezar zarokên keç di temenekî pir bûçûk de hatine zewicandin û ji heşt jinan yek neçar maye ku di bin 18 saliyê de zarok bîne dinê.

52 rahîp jî hatin girtin

Midurê Emniyetê yê Parêzgehê GP Singh jî destnîşan kir ku di roja yekem a operasyonê de 2 hezar û 44 kes girtine û di nav girtiyan de 52 rahîp, karbidestên herêmî yên ku destûrê didin zewacê jî hene û teqez kir ku temenê keçên ku dizewicin daketiye 12 salan. Singh anî ziman ku di destê wan de bi tevahî 4 hezar û 74 dozên ku têne lêkolîn kirin hene.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), li Hindistanê bi giştî hejmara zarokên ku bi darê zorê hatine zewicandin 220 milyon e.