11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa Komara Demokratîk: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye

Nivîskar Bekir Agirdir, di konferansa Komara Demokratîk de diyar kir ku divê têkoşîna demokrasiyê were bilindkirin û ev tişt got: “Em westiyên hêviyê ne. Hewceye rêyeke din bibînin. Hewcehî bi şoreşeke zihnî û veqetînê heye.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê Konferansa Komara Demokratîk li dar dixe. Konferans di roja duyemîn de bi rûniştina “Dema dikevin sedsala 2’yan: Demokrasî û Komar” didome. Di konferansê de nivîskar Bekir Agirdir mijara “Ezmûna komarê ya demokrasiyê” pêşkeş kir.

Agirdir, got ku hemû kes “westiyên hêviyê ne” û ev tişt anî ziman: “Di bingeha me ya siyasî de, partiyên demokrat tune ne. Yek partî jî demokrat nîne. Ez vê bo HDP’ê nabêjim. Yên din dê di hilbijartinên 2023’yan de anku 3 meh piştre dê lîsteya xwe ya 600 kesan derxînin. Baş e lê dewlet ji ku hate vê derê. Kêmasiyên civak û şexsan hene. Pêşketin, modernbûn, pênaesya hemwelatiyê meqbûl û yê nemeqbûl li gorî xwe dike. Gelo di şexsan de feraseta demokrasiyê çiqas heye. Insanên me ji bo hemwelatîtiyê xwedî tu bizavê nînin. Dewleteke di qada cemaweriyê de xurt û xwe têkilî jiyana wan neke dixwazin. Fikareke tu kesî ya ji bo demokrasiyê nîne. Li hêla din jî pirsgirêkeke demokrasiyê ya kûrewî heye.”

‘Dikare lihevkirina herî berfireh bê hilberandin’

Bi domdarî Agirdir, anî ziman ku divê têkoşîna demokrasiyê were tebeqe bi tebeqekirin û wiha pê de çû: “Divê têkoşîneke demokrasiyê ya hêj kûrtir û hêj bêhtir tebeqe bi tebeqe were dayîn. Xwe ji cîhanê xweyî dike û bi hev re hev zêde dikin. Gelo em ê çawa ji vê rewşê derkevin? Heke em rêyekê peyda nekin, heke em tenê weke mijara têkoşîna hebûnê û têkoşîna îtîrazê bibînin, dê encamekî bi dest nexin. Li pêşiya me firsendên dîrokî hene. Em dikarin lihevkirineke herî berfireh hilberînin. Heke em li parlamentoyê nûnertiyeke berfireh bi dest bixin dê şensê me yê avakirina nû çêbibe.”

‘Divê lîstik li ser pêşerojê bê avakirin’

Di berdewamê de Agirdir bal kişand ser “Metna Polîtîkayên Hevpar” a Maseya Şeşling a di 30’ê çileyê de û ev nirxandin kir: “Metnek amade kirin lê qala kurdan, tevgera kedê, LGBTÎ’yan nakin. Belkî jî ya rast ev bû. Em ji bo avakirina nû nûnertiyeke baş bi dest bixin. Heke em bikarin lîstika xwe li ser pêşerojê ava bikin, wê demê dikarin pêş bikevin. Em di nava bazariyên îro de man, hinek jî westiyên hêviyê ne. Divê em rêyeke din bibînin. Ji hêla pratîkî ve divê em rêyeke rast bibînin. Yek ji van jî nûnertiyeke herî berfireh a li parlamentoyê ye. Bi awayekî sereke hewcehî bi şoreşeke zihnî, veqetînekê heye.

Gelo dê ya nû çawa were avakirin? Divê em li vê eywanê em pêşniyar bikin bê ka ji bo hilbijartinên parlamentoyê divê çi were kirin. Çîroka esasî dê li parlamentoyê pêk bê. Di çanda civaka Tirkiyeyê de demokrasî kêm e. Civakeke ku dixwaze dewlet li kolên xurt be. Li pêşiya me firsendeke dîrokî heye; êdî vegotinên nasnameyan mîna berê xurt nînin. Di mijara zayenda civakî de têgehiştinek heye. Lê di qada siyasetê de kêmanî heye ku nikarin wê têgehiştinê veguherînin bizavê. Em, kelecana tevgera demokrasiyê najîn. Hemû kes bifikar e û dibêje; ‘gelo em jî dê tev li vê bibin?’ Divê em vê rewşê li ser xwe biavêjin.

Hewcehî bi rêxistinkirina firsendan heye

Em tevek bi hev re dikarin siyasteke cuda ava bikin. Divê mijarê tenê girêdayî xwe nekin û heke em vî zimanê gilîker wiha bidomînin, dê Tirkiye her bi vî awayî bidome. Li gorî min li pêşiya me firsendên dîrokî hene û kêmbûna tevgera bendbendîbûnê firsendan diafirîne. Pêdiviya me pê heye ku vê firsendê birêxistin bikin. Li gorî min hilbijartina li pêşiya me dê bibe hilbijartina şaristanî û bereketê.”