7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Rojhilatê di roja 142’yan de didome

Tevî hemû zext û êrîşên rejima Îranê jî serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dike.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi kuştina jina kurd a ciwan Jîna Emînî dest pê kir di roja 142’yan de berdewam dike. Ji bo dawî anîna serhildanê dewleta Îranê bi hemû rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşander û beşên civakê yên piştgiriya xwepêşandanan dikin, dike.

Duh li bajarê Îlam yê rojhilatê Kurdistanê, welatiyan li cihê Muhsîn Qeyserî hatibû kuştin li hev kom bûn û gul danîn cihê ku Qeyserî lê hatibû kuştin. Li hin taxên bajarê Sine jî ciwanan li ser kolnaan bi pêxistina agir û dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî rejima Îranê nîşandan.

Li bajarê Bane jî gelek mamostayan bi daxuyaniyek piştgiriya xwe ji bo hempîşeyên xwe yên li Seqiz, Dîwandere, Merîwan û Sine ku ji ber daxwaza mafên xwe kiribûn ji kar hatibûn dûrxistin, nîşandan.

Li bajarên Îranê jî nerazîbûn bi rengên cûda berdewam in.

Her wiha xemsariya desthilatê ya li beramberî mexdurên erdheja bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê jî yek ji mijarên din ên nerazîbûnan e. Divê çarçoveyê de hinek girtiyên siyasî li girtîgeha Evîn a Tehranê xemsariya rejimê ya li beramberî mexdurên erhejê şermezar kirin û bang alikariya bi mexduran re li gel kirin.