3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YBŞ: Wê jiyan li sîxuran bibe dojeh

YBŞ'ê der barê operasyona “Tolhildana Cangoriyan” ku li dijî sixûrên MÎT'ê û PDK'ê hatibû lidarxistin de daxuyaniyek da û got ku wê jiyan li sîxuran bibe dojeh.

Li Şengalê, di 24’ê çileyê de ji aliyê hêzên Şengalê ve li dijî torên sîxuriyê yên ji aliyê PDK’ê û Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) ve hatibûn avakirin bi navê “Tolhildana Cangoriyan” operasyoneke berfireh hatibû lidarxistin. Di operasyonê de endamên torê hatibûn binçavkirin û li xwe mikur hatibûn ku ji MÎT’ê û PDK’ê re dixebitin. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), der barê operasyonê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê tola hemû şehîdan hêlîne û xwest ku şengalî li dijî leyîstokan şiyar bin û ev tişt got: “Divê gelê me û civaka me şiyar be, lazime berovajiya hatina leyîstokan em van leyîstokan vale derxînin, em tifaqa xwe xûrt bikin û rê nedin sîxûrtiyê. Divê em têkoşîna xwe wisa mezin û xûrt bikin ku dijmin nekaribe bi tû awayî sîxûran têxe nava me û êrîşî nirxên me bike. Bila tû kesê ku tiliya wî di nava xwîna şehîdên me de heye û reviyane nebêjin em xilas bûne. Ew li kuderê bin bila bibin, wê teqez hesap jê were xwestin. Wê jiyan li wan bibe dojeh.”

Tevahiya daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Ev demeke me şopandina noker û sîxûrên girêdayî Parastin û MÎT’a Tirk operasyonek ya Tolhildana Cangoriyan daye destpêkirin.

Yek jê sedema sereke ya ribûrûbûna me ya gelê Êzidî ji gelek jenosîdan re, me hêzek ya xwe a parastinê ya xweser rêxistin nekiribû û em xwe pê biparêzin bû. Piştî êrişa qirkirinê ya ser destê DAIŞ’ê a sala 2014’an de me ji dîroka xwe ders derxist. Bi avakirina Yekiniyên Berxwedana Şengalê ku di nava jenosîdê de çêbûye û bûye yekane mîsogeriya herî mezin ku rewşa sala 2014’an carek din dûbare neyê jiyîn. Di heman demê de dawî li wan qirkirinan anî. Lê belê dewleta Tirk û alîgirên xwe ev binkeftina DAIŞ’ê hezim nekirine, bi rê û rêbazên cûda ve dixwazin tişta DAIŞ’ê bi sernexist bigîhînin encamê û ser wî esasî ji gelê me, hêzên me û saziyên me ji bona xwe dike hedef û êriş dike. Dixwazin carek din civaka me bê parastin bihêlin da ku armancên xwe ser civaka me pêk bînin. Her wiha bi wî rengî ji civaka me vegerînin rewşa beriya sala 2014’an.

Dewleta Tirk bi her awayî êrişên xwe li ser herêmê berdewam dike. Yek jê armanca êrişên wan ew e ku têkbirina aramî û ewlekariya herêmê, bênpêkirêna nirxên civaka me û bêhêvîkirina gelê me ye.

‘Dijmin bê tifaqiyê dixwaze’

Dewleta Tirk ya dagirker di van salên dawî de bi rêbazên şebekeyê sîxûr û nakeran li herêmê xebatên îstîxbarî dide meşandin. Bi vî awayî li herêmê bi rêya van sîxûran jî dixwazin nirxên civaka me binpê bike û gumanan zêde bike. Li ser vê esasî jî xebateke berfireh didan meşandin. Ji aliyekê ve hewil didin kesayetên civaka me cewherê wan ya pak vale bike, ji aliyek din ve jî hewl dide şervan, fermandar, kesayetên pêşeng yên civaka me ku di sazî û dezgehên rêveberiya xweser de xebat didin meşandin, dikirin armanca êrişên xwe. Di heman demê de tişta dijmin dixwaze bike yek jê bê tifaqî xistina nava civaka me de, nexweşî xistina navbera eşîrên me de ye. Dixwaze bi van leyîstokan tevlîheviyekê têxe nava gel ku beramberî hev bê bawerî bide avakirin û gelê me neyê cem hev bi hevre ji bona pêşeroja xwe têkoşîna azadiyê nedin meşandine.

‘Divê civaka me şiyar be’

Ji bo wê jî lazime gelê me û civaka me şiyarbin, lazime berovajiya hatina leyîstokan em van leyîstokan vale derxînin, em tifaqa xwe xûrtbikin û rê nedin sîxûrtiyê. Divê em têkoşîna xwe wisa mezin û xûrtbikin ku dijmin nekaribe bi tû awayî sîxûran têxe nava me û êrişê nirxên me bike. Yên ku ev karane kirine ew berpirsiyarin, yên ku hevalên me û gelê me şehîd xistine ew wê hesab bidin. Ji bo wê jî em bi rêbazeke rêxistinî ser disekinin û vê xebata xwe ya li dijî şebekeyên sîxûran didin meşandin.

Di vê watey de me weke Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê li hemberî van şebekeyan, vê siyaseta gemar û kiryarên bê exlaqî û dijî mirovahiyê xebatek ya şopandin û eşkerekirina planên wan daye destpêkirin. Di encama vê xebata xwe de hejmarek ya van sîxûran, belge û delîlên neyên redkirin me bi dest xistin. Me ev encam û îtîrafên ku hene beşek ji wan bi raya gîştî re parvekir. Ev xebatê me hîna berdewame û li ser delîlên heyî lêkolînên me berdewam dike.

‘Ew ne Êzidî ne’

Li ser vî esasî em bang li hemû beşên civaka xwe dikin, di serî de rûspiyên eşîrên xwe yên hêja ku di civakê de xwedî roleke girîngin, xwedî helwestên hêjayî gotinin û her kesê ku xwedî wijdana zindîne dikin. Lazime li hemberî van qirêjiyan û siyaseta gemar xwedî helwest bin. Li hemberî qirkirinan û komkujiyên ji aliyê dagirkeriyê ve têne kirin xwedî sekneke welatparêz bin. Dîsa li hemberî van qirêjî û siyaseta gemar xwedî helwest bin, zarokên xwe ji vê îstîsmara bê exlaqî ku şermê û poşmantiyê bi xwere tîne dûrxînin. Ji ber vê yekê lazime em bi hevre bibin yek û van leyîstokên gemar pûç bikin û vala derxînîn. Dîsa lazime civaka me û gelê me baş bizanibe, dema dijmin dibîne ku her du aliyên Êzidî têne beramberî hev şerdikin pê keyfxweş dibin. Xweşa dijmin diçe. Ew kesên ku dikevin bin xizmeta MîT û Parastinê li ser Êzdatiyê bêhesabin, ne êzidîne û Êzdatî ji wan kesan bêgûnehe. Ew ketine nava xefik, gemarî û qirêjiya îstîxbarata dewleta Tirk MÎT’ê û Parastinê. Ew kesên ku hemû nirxên civaka xwe binpêkirine û ji bona MÎT’a Tirk û Parastinê xebat dane meşandin li xwe mikur hatin. Ev kesane hemû êrişên pêk anîne yên weke şehîdxistina pêşengên me, li ser cîhên şervan û fermandarên me, cîhên kesayetên medenî yên di saziyên me de kar dikin, malbatên me yên hêja û birûmet agahî komkirine û dane dijmin. Ev xebatane jî ji bona çar qûrîşan kirine. Ew bûne sedem ku di serî de xwîna cangorî û fermandarê me yê hêja Dijwar Feqîr, dilsoz û welatparêzê heja Îbrahîm Derwêş Evdî û zarokê civaka me Salîh Naso ku dazde salî bû û di heman demê de bûne sedema xwîna gelê me yê medenî, rêheval û fermandarên me yên dine jî bê rijandin.

‘Wê jiyan li wan bibe dojeh’

Em rêheval û şopdarê wan îro jî li ser wê soza xwe ne ku pêktînin, em ê tola wan li gel tûkesê ku tiliya wan di xwîna şehîdên me de heye nehêlin. Çawa ku ew îro hesab didin yên ku mane, xwe veşartine û reviyane jî wê dimildest hesabê xwe bidin. Bila tû kesê ku tiliya wî dinava xwîna şehîdên me de heye û reviyane nebêjin em xilas bûne. Ew li kuderê bin bila bibin, wê teqez hesap jê were xwastin. Wê jiyan li wan bibe dojeh.

Em Yekineyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê ji bo malbat û cangoriyên xwe sondxwarîne. Em sondxwariyê tola wan girtinê xeyal û armancên wan gihandina serkeftinê ne. Wê ser vî esasî xebat û têkoşîna me berdewam bike. Kî hewl bide an jî bixwaze aramiya gelê me têk bibe an jî destdirêjiyê li nirxê civaka me bike bûye sîxûr em ê hesabê jê bipirsin.

Ser vî esasî em dibêjin bila canê şehîdên me şad be, şerm û rûswabûn ji bo noker û xayînan be.”